Jinên Helebê: Şoreşa Rojava rûmet û hebûna me ye

  • 18:24 2 Mijdar 2019
  • Rojane
HELEB - Li Taxa Şêx Meqsud meşa ji bo Roja Rojava ya cîhanê hat lidarxistin.
 
Bi boneya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li taxa Şêx Meqsud a Helebê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran welatiyên Helebê li taxê gihan hev û bi dirûşmên "Rojava bi berxewdana xwe serbilind e", "Cîhan te silav dike", "Bijî berxwedana gelê Rojava", "Bimire faşîzma Erdogan" û "Bê Serok jiyan nabe" meşiyan. Meşê ji ber jêrzemîna Yasîn a taxa Şerqî dest pê kir û li taxa Şiqeyf bi dawî bû. Di meşê de pankartên weke "Erdogan ê xwînmij","Na ji dagirkeriyê re", "Bijî berxwedana Rojava" li gel wêneyên Rêberê PKK'ê û berxwedêran hatin hildan. Li cihê meş bi dawî bû endama Partiya Yekîtiya Demokdarît (PYD) ê Elîf Hesen axivî.
 
'Şoreşa Rojava rûmeta me ye'
 
Elîfê diyar kir ku şoreşa Rojava hebûn û rûmet e û wiha domand: "Em ê piştevanê berxwedana rûmetê bin heya serkeftinê. Bi saya keç û xortên me yên di ber serkeftina şoreşê de canê xwe feda kirin em gihane van rojan. Em ê rêya wan berdewam bikin. Em tu carî rê nadin kes axa me dagir bike. Ji ber em mafdar in û berxwedêr in teqez dawiyê serkeftin a me ye. Ji bo derxistina dagirkeran ji ser vê axê pêdiviya Rojava bi piştevaniyê heye. Şoreşa Rojava hebûn û rûmeta me ye, em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin." 
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Şoreşa Rojava ", " Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû .