Roja Rojava ya Cîhanê li Mexmûrê hat pîrozkirin

  • 18:22 2 Mijdar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Roja Rojava ya Cîhanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.
 
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Meclîsa Îştar Roja Rojava ya Cîhanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.
 
Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de posterên sivilên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine qetilkirin û pankartên bi nivîsên: “Rojava berxwedan e, Bê Serok jiyan nabe û Tecrîdê bişkîne faşîzmê hilweşîne Kurdistanê azad bike” hatin hildan.Berî ku daxuyanî were xwendin deqeyek ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Piştre daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Veger Benek ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Ji 9’ê Cotmehê û vir de dewleta faşîst a tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Armanca van êrîşên hovane ew e ku destkeftiyên gelê kurd binax bike. Neyar bi vê mebestê mîna gurê har zarok, jin, rûsipî her kesî hedef digire. Her çand, bawerî, çan û nasnameya gelan hedef digire. Ji bo hemûyan tune bike çekên kîmyewî jî di nav de her cure çekî bi kar tîne. Lewra di herêmê de jiyana hemû zindiyan di bin xeteriyek mezin de ye. Hêzên destûr da ku êrîş li ser Rojava bê kirin ne xwedî projeyek çareseriyê ne. Ew tenê berjewendiyên xwe diparêzin. Lê gelê kurd li Rojava şoreşek pêk anî. 
 
Rojava mirovatî mirovatî Rojava ye. 
 
Rojava mirovatî mirovatî Rojava ye. Bi vê boneyê 1’ê Mijdarê çawa roja berxwedana Kobanêye, 2’ê Mijdarê jî bi heman awayî rojek ji lûtkeya mirovatiyê ye. Roja meya îro êdî rojav mirovatiyê , mirovatî jî rojavaye. Bi vê boneyê em bang li raya giştî ya cîhanê, hemû mirovatiya azadixwaz û demokratik dikîn ku xwedî li Rojava derkevin. Parastina Rojava di hema demê de parastina nirxên mirovatiyê ye. Pêwîst e, em li derdora rojavayê Kurdistanê xelekekê ava bikin. Her wiha em bangawazî ji hemû hêz, aliyên siyasî, kesên welatparêz, rewşenbîr û ronakbîr yên Kurd dikin da ku ji bo  xweseriya demokratik a Rojavayê Kurdistanê hişyar bin û bi erk û berpirsiyartiyên xwe yên netewî rabin. Dema em faşîzmê têk bibin êdî serkeftin mîsoger e."
 
Her wiha Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar mamoste Pakistan Bilen axivî û wiha got: “6 sal li ser berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê re derbas bû. Hêzên hegemon bi avakirina rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê xwestin li dijî mirovahiyê êrîşên hovane pêk bînin. Lê ev projeya wan li beramberî şervanê azadîyê têk çû. Şervanê azadiyê li Kobanê di pêşengtiya jina azad de êrîşên çeteyan têk birin û Kobanê kirin navenda mirovahiyê. Ev yek  jî bi saya şervanê  YPG-YPJ’ê ve pêk hat.  Bi taybet di roja 9’ê Cotmehê de êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê ne tiştek ji rêzê ye, berdewamiya komployê ye.  Lê dewletê hegemon û dewleta faşîst a tirk ne wê rojê bi ser ketin ne jî niha bi ser ketin. Niha di pêşengtiya gelê Kurd, şervanê azadiyê û jinan de ev êrîşên dagirkeriyê vala hat derxistin.”
 
Meşa welatiyê Mexmûrê bi diruşêmên  “Bimre Komploya 9’ê Cotmehê", "Bimre dagirkerî", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî Berxwedan Rojava" bi dawî bû.