HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir

  • 17:10 2 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyanî dan û gotin: “Berxwedan û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî zordestiyê meşrû ye. Êdî Rojava bûye navenda demokrasiyê.” 
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeyan, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyanî dan. HDP’iyan di daxuyaniyên dan de, bal kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin: “Ev êrîş ne ‘Kaniya  Aştiyê ye’, heke bibe ‘Kaniya  xerqbûyînê ye.’” 
 
Li Rihayê, Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Sîlopî, li Edene û navçeya wê Seyhan, li Hatay û Antalya daxuyanî hatin dayîn û parlementerên HDP’ê, aktîvîstên Tevgea Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes keşdarî daxuyaniyan bûn. 
 
Di daxuyana hevpar a hat dayîn de, ev peyam hat dayîn: “Di pevajoya em tê de derbas dibin de, pêvajoyek girînge. Hêzên tekparêz û otorîter şer û zordestiyê ferzî mirovahiyê dikin û dixwazin demokrasiya li Rojava hatiye avakirin bi fetisînin. Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de berxwedan û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî zordestiyê tê meşandin meşrû ye. Êdî Rojava bûye navenda demokrasiyê.”
 
Em weke HDP’ê Rojên Rojava ya Cîhanê û Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û banga mezinkirina têkoşînê li hemû raya giştî dikin.”