Xizmên windayan: Desthilat darazê beralî dike

  • 17:08 2 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH / ÎZMÎR - ÎHD û xizmên windan, li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê pêkanînên li dijî hevşaredarên hatine girtin û astengkirina berdana Abdûllah Zeydan hat bibîrxistin û hat gotin ku Rewşa Awarte didome. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya xwe ya ji bo xizmên xwe yên winda li dar xistin û aqûbeta wan pirsîn. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn, diyar kir ku li gel biryara tehliyekirinê jî bi beralîkirina desthîlatê careke din biryara girtina parlamenterê berê yê HDP'ê Abdûllah Zeydan hatiye dayîn û bertek nîşanî sewqkirina bi kelemçekirî ya hevşaredarên HDP'ê ku sirgûnî Kayseriyê hatibûn kirin da. 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya ku her hefte bi dûrişmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar dixin, di hefteya 560'emîn de li dar xistin. Çalakî li ber avahî Şaxa ÎHD'ê hat lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan. Serokê Rêxistina CHP'ê ya Bajar Mehmet Sayin, xizmên windayan û aktîvîstin mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. 
  
Di çalakiyê de Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn axivî. Abdûllahbertek nîşanî binçavkirin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredara Seravê Caziye Dûman da û diyar kir ku bêhiqûqiya Rewşa Awarte didome û ev tişt got: "Polîtîkaya qeyûman feyde nade civakê. Rewşa Awarte didome. Abdûllah Zeydan pêşî tehliye bû, paşê bi beralîkirina desthîlatê careke din biryara girtina wî hat dayîn. Em careke din li vir diyar dikin ku tu feydeya vê daraza ku ji aliyê desthilatê ve tê beralîkirin tuneye." Zeytûn bertek nîşanî sewqkirina bi kelemçekirî ya hevşaredarên HDP'ê ku sirgûnî Kayseriyê hatibûn kirin jî da û ev tişt anî ziman: "Sewqkirina bi kelemçeyê îşkence ye û ji hêla hiqûqê ve ev pêkanîn nayê qebûlkirin."
  
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Mehmet Şîrîn Bayram ku di 1'ê Mijdara 1996'an de li gundê Temîran ê navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî ji nehatibû girtin vegot. Xwişka Bayram Halîme Bayram jî da zanîn ku birayê bi serdegirtinê hatibûye binçavkirin û li gel hebûna şahidan jî heta niha birayê wê nehatiye dîtin û wiha got: "Faîlên birayên min diyar in. Dema ku mafê wî yê jiyanê jê hat girtin hê zarokek biçûk bû. Ez ê şopdarê komkujiyên ji Roboskî heta Stenbolê bim."
 
Piştî axaftina ji bo demekê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştî vê yekê çalakî bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî xizmên windayan li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê hatin gel hev û çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên windayan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk û gelek parasatvanên mafê mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin. Di çalakiyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay axivî û diyar kir ku li gel ku destûr nayê dayîn çalakiya xwe li derve li dar bixin jî nêzî salekê ye çalakiya xwe pirsîna aqûbeta windayan li dar dixin. Di çalakiyê de çîroka Nazim Gulmez ku di 13'ê Cotmeha 1994'an de li Herêma Alî Bogaziyê ya Dersimê hatibû binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin hat vegotin û aqûbeta wî hat pirsîn. 
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li pêşiya avahiya serokweziryê hatin gel hev û çalakiya xwe li dar xistin. Rêveberên HDP'ê, endamên Komeleya Piştevanî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtiyan û Hikumxaran a Egeyê (TUHAY-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên Rêxistinên Sivîl ên Civakî (RSC) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê li vir de jî pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Çîçek axivî û çîroka Seyhan Dogan ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi 29 kesan re hatibû binçavkirin û agahî ji nehatibû girtin û piştî 18 salan hestiyên wî hatibûn dîtin vegot û aqûbeta wî pirsî.