Dilan Dirayet Taşdemir: Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezin bikin

  • 16:02 2 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa HDP'ê ya Jinê Dilan Dirayet Taşdemir di civîna çapemeniyê ya derbarê rojevê de bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê û wiha got:"Meha mijdarê dîroka têkoşîna jinê ye. Em ê li dijî êrîşa mêr û dewletê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê di 25'ê Mijdarê de li gelek deveran panel, semîner, meşan li dar bixin."
 
Berdevka Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Jinê û Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir li KCD'ê derbarê pêvajoya dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Dilanê diyar kir ku li dijî HDP'ê polîtikaya qirkirinê pêk tê û wiha got:"Êrîşên AKP'ê yên li dijî çand û nasnameya gelê kurd didome. Li Sakaryayê ji ber Şirin Tosun bi Kurdî axivî hat qetilkirin. Ev encama polîtakayên AKP'ê ye."
 
'Bêtehemuliya li dijî zimanê Kurdî zêde dibe'
 
Dilanê wiha got:"Ji ber ku li ser kevirê gora Serokê Erentepeyê yê BDP'ê Aydin Kaya bi Kurdî "Em te ji bîr nakin" hatibû nivîsandin kevirê gora wî hat şikandin. Navê parkan guhertin, dibistanên azad girtin. Lê em ê li dijî van polîtîkayan bi Kurdî bifikirin, biaxivin, binivîsin."
 
'Divê hemû civakên li cîhanê roniya li Kobanê biparêzin'
 
Dîlanê bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û wiha got:"Tevî agirbestê êrîş dewam dikin. Li Kobanê siyaseta demokratîk bi pêşengiya jinê pêş ket û dixwazin tola têkoşîna li Kobanê hat bidestxistin hilgirin. Divê hemû civakên li cîhanê roniya li Kobanê biparêzin. Bi qeyûman dixwazin polîtîkayên xwe yên hedefgirtina demokarsiyê bidomînin. Em vê helwestê şermezar dikin. Bi vê yekê girêdayî dijminatiya AKP'ê ya li dijî jinê didome. Meha mijdarê dîroka têkoşîna jinê ye. Em ê li dijî êrîşa mêr û dewletê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê di 25'ê Mijdarê de li gelek deveran panel, semîner, meşan li dar bixin. Êrîşên AKP'ê yên li dijî çand û nasnameya gelê kurd didome. Li Sakaryayê ji ber Şirin Tosun bi Kurdî axivî hat qetilkirin. Ev encama polîtakayên AKP'ê ye."