Emşa Siwêlim:Bila dewleta tirk ji welatê me derkeve

  • 15:43 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ- Îro ji zarokên 7 salî heya kal û pîrên 70' ê salî tevlî meşa 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê bûn. Emşa Siwêlim a 50 salî tevlî meşê bû û wiha got:" Hêza me heye ku me diparêze ew jî QSD ne."
 
Îro li sereanserî Bakurê Sûriyê û tevahî cîhanê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê meşên girseyî tên lidar xistin û vê rojê pîroz dikin û daxwazên xwe yê derketina dewleta tirk ji ser xaka Sûriyê, tînin ziman. 
 
Îro bi hezaran Kurd, Ereb û Aşûriyên Navçeya Til Temir daketin qadan û Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kirin. 
 
Emşa Siwêlim jî tevî neviya xwe ya biçûk ku li pişta xwe kiriye û keça xwe tevlî meşê bûn û bi dirûşmeyên"Em ê  bi ser bikevin","Çi dibe bila bibe serkeftin ya me ye","Qatil Erdogan berz" dikir. 
 
Emşayê derbarê hatina xwe ya meşê jî ev yek anî ziman:"Min ji xwe re wekî şermekê dît ku ez li mala xwe rûniştîbim û neyêm tevlî meşa serkeftin û azadiyê nebim. Îro roja azadî û serkeftinê ye, dema berxwedanê ye, eger îro em ranebin ser piyan em ê kengî rabin. Kêr gîhîştiye hestî êdî, pêwîst e her kes hember dagirkeriya Tirkiyê rabin ser piyan û vê berxwedanê geş bikin."
 
'Bila dewleta tirk ji welatê me derkeve'
 
Emşayê êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Armanca min vê meşê ew e ku ez jî helwesta xwe bînin ziman û bêjim bila dewleta tirk ji welatê me derkeve û ji xaka me derkevin, çî wan li gel me heye, ma me êrîşî wan kiriye heya ku ew jî êrîşî me dikin. Dewleta tirk malbat ji hev qut kir, qetil kir û xwîna me rijand. Şûna ku em niha li malê xwe bana em niha li çolê radizên û dimînin. Xaka me dagir kirin."
'Heza QSD'ê me diparêze'
 
Emşayê got bila dewleta tirk biqewitin û biçin QSD wan diparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bila dewleta tirk ji ser xaka me biçe û careke din venegere. Ew hêza dagirkerî û xwînrijandinê ye. Hêza me heye ku me diparêze ew jî QSD ye. Ez bibim qurbana bejna wan, xwe ji bo me feda kirin û em ê ji bo wan jî canê xwe jî bidin."