Ji Rêveberiya Herêma Firatê spasiya piştevaniya berxwedanê

  • 15:34 2 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê daxuyanî dan. 
 
Bi dehan ji endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwseser ya Herêma Firatê li pêşiya navenda xwe ya Kobanê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê hevserokê desteya kar û barên civakî ya Rêveberiya Xweser Silêman Giyêşîş ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Rojavayê Kurdistanê di van 8 salên şoreşê de li dijî hêzên desthilatdar û terorîst şerên dijwar kir û di vê dema kurt ya derbasbûyî de gelek gavên ber bi azadî, rûmet û nirxên bilind avêt. Keç û lawên Rojava bi saya bexwedana xwe serkeftin bi navê mirovahiyê tomar kirin, azadî û rûmet jî teqez kirin." 
 
Ji 9'ê Cotmehê heya niha êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî gelên Bakur û Rojavayê Sûriyê dikin. Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe  dixwaze îradeya gel bişkîne, axa Sûriyê perçe bike û tevlî axa tirkiyê bike. Bi van êrîşan derbeyê li hemû nirxên mirovahî û exlaqî didin. Bi karanîna hemû rêbazên tundiyê, qetilkirina jin û zarokan, lîstina bi bedan jinên siyasetmedar û şervanan hovîtiya herî qirêj dike. Ev kiryarên hovane pîvan û ehlaqê şer binpê dikin. Dixwazin bi van êrîşan çavê gel bitirsînin, derbeyê li pirojeya demokratîk ku xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk de nîşan dide bidin. "
 
'Divê bi lez pêşiya qeyrana mirovî were girtin'
 
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê hezkirin û piştgririya cîhanê ya ji bo berxwedana Rûmetê binirx dibînin. Em hemû hezkiriyên aşitî û azadiyê yên tevahî cîhanê veduxînin piştgiriya berxwedana dîrokî ya Rojava. Dê piştevaniya berxwedanê dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê têk bibe û êrîşên li ser herêmên me bidin sekinandin. Her wiha em civaka navnetewî, encumenaêewlehiyê û rêxstinên mafên mirovan bi lez veduxînin ku mudaxeleyî vê rewşa heyî bikin û rê li ber rûdana qeyraneke mirovahî û qirkirinê ku herêmên Rojava rû bi rûyê wê ye bigrin.”