Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê meş li dar xistin

  • 15:31 2 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma"Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye, biparêze" bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Roja Rojava ya Cîhanî herikîn qadan.
 
Bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê meşek bi dirûşma"Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye, biparêze" ji bo 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê herîkîn qadan. Meş ji Nexweşxaneya Efrînê heya kampa Berxwedan berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û birîndarên sivîl, her wiha pankertên bi nivîsa"Birûxe dagirkeriya dewleta tirk","Nebin hevkariya dagirkeriya tirk","Berxwedana QSD'ê berxwedana mirovahiyê ye","Em hebûn em hene em ê hebin" hatibûn hildan.
 
Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Endama Koordinasyona Kongreya Star Hêvî Silêmen, li ser navê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo axivîn û xwedîketina Rojava bi bîr xistin û wiha gotin: "Berxwedana Rojava bû xwedî destanên nû û qehremantiyê. Li ser vê bingehê bangwaziya me ji hemû jinên cîhanê re heye ku tevlî vê pêvajoyê bibin ku roja 2' Mijdarê bibe roja yekîtiya tekoşîna jinan û çareserkirina dozên civakî û siyasî di hundir Rojava û Cîhanê de. Bi rihê berxwedana pakrewanan em ê dagirkeriyê û îxanetê têk bibin û yekîtiya gelan xurt bikin."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.