Şêniyên herêma Cizîrê ji bo 2'yê mijdarê herîkîn qadan

  • 15:28 2 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞO - Bi boneya 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi boneya 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê Seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş tên lidarxistin. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, Dêrîk û Tirbespiyê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.
 
Qamişlo
 
Bi armanca silavkirina têkoşîna şervanên di eniyên şer de û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê, bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xistin.
 
Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser bajarê Kobanê û têkoşîna bê hempa ya ku di hundirê wê de hat meşandin, her kesî qêrîna Kobanê bihîst. Roja Kobanî ya cîhanî 1'ê Mijdarê weke rojeke fermî di herêmên Bekur û Rojhilatê Sûriyê de hat îlankirin. Bi êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê re careke din li tevahiya cîhanê dengê piştevaniyê bilind dibe. Bi giyana Kobanê niha jî 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ye, bi heman rûhî, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevî sazî û dezgehên civakî, hêzên leşkerî û rêxistinên jinan daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de alên Kongreya Star û wêneyên pakrewanên  azadiyê hatin hildan. Meş ji çerxerêya Sonî dest pê kir, bi tililiyên dayikan û dirûşmên bilindkirina têkoşînê ber bi konê çalakiyê yê ku li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî hatiye vedan ve çû û li wê veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Telat Yûnis axivî û got: "Rojên têkoşînê di dîroka gelê me de pir in. Kombûn û hevgirtina me nîşana rûmet û serkeftinê ye. Bi îrade û berxwedana zarokên vî gelî, me karî rûpelek nû li dîroka cîhanê zêde bikin. Kobanê sembola berxwedanê li hember terora herî xeter di dunyayê de serî hilda. Jina berxwedêr di nava vê têkoşînê de bû û heya niha jî li qadên şoreşê li ser piya nin. Me ji hemû cîhanê re xwe da isbatkirin, ku em tune nabin û ji her demê bi hêztir in. Em ê li ser vê şopê bin heya ku em azadiya tevahî gelê xwe bidest bixin.”
 
Li ser navê çalekvanên konê nerazîbûnê li hember êrîşên Tirkiyeyê Hemrîn Selah axaftin kir û got: "Doza me doza heqiyê ye. Bi çekên giran û hovîtiyek mezin ser me de tên, lê li kêleka wê jî serketin û deskeftiyên mezin hene. Em zarokên vê şoreşê ne. Heya azadiya welatê me hemû rojên me wê ji bo xizmeta şoreşê bin.”
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.   
 
Dêrik
 
Bi dirûşma "Her der Rojava, her der berxwedan" bi sedan şêniyên Dêrîkê roja xwedîderketina li Rojava ya cîhanê herîkîn qadan û meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi armanca 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê bi sedan şêniyên Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û bi meşek girseyî xwedî li vê rojê derketin. Meş ji qada azadî dest pê kir û heta dêra Maşmonî veguherî mîtîngê.Di meşê de alên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, YPJ/YPG'ê û QSD'ê , Kongreya Star û wêneyên şehîdên berxwedana rûmetê hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Kongreya star Wesfê Murad, li ser navê partiyên siyasî Stêristan Hacî û li ser navê meclisa bajarê Dêrikê Hesen Hemzê roja xwedîderketina li Rojava ya cîhanî li hemû gelan pîroz kirin û wiha gotin: "Meşa ku îro em pê rabûne li hemberî dijminê hov meşa rûmetê ye, ev roj pir girîng û bi wate ye. Me bi hezaran şehîd dan heta ku em gihiştin vê rojê. Bila dewletê cîhanê hemû baş bizanibin ku em welatekî can feda ne û em ê bi hemû pêkhateyê xwe parastina axa xwe bikin."
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
 
Tirbespiyê
 
Bi armanca 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê şêniyên Tirbespiyê daketin qadan û meşek li dar xistin.
 
Bi armanca piştgirtiya QSD'ê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha bi boneya 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê, îro bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xistin. Di meşê de alên QSD'ê, Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Her der Rojava ye, her der berxwedan e" hatibû hilgirtin.
 
Meş li ber Navenda Kongera Star dest pê kir û li kolanê sereke yê navçeye geriya û li ber şaradariya navçeyê veguherî mitîngê.
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Şaha Xelîl û li ser navê Eşîrên Ereban Hesên Sadiq axivîn û berxwedana şervanên QSD'ê silav kirin û wiha gotin: "Ev êrîşên ku tên kirin bi taybet bi komploya 9'ê cotmehê ve girêdayî ye. Ev êrîş listokek li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyêye û armanca ji van êrîşan ew e ku heremên me dagir bikin. Bi wesileya vê rojê em bang hemû mirovên aşitîxwaz dikin ku rabin ser piyan û li hember dagirkeriyê bisekinin."
 
Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.