Li Kantona Hesekê gel ji bo 2'yê midarê herikîn qadan

  • 15:16 2 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Bi boneya 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li Kantona Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin.
 
Bi boneya 2'yê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li Seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş tên lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Bajarê Hesekê û navçeya Tiltemirê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.
 
Hesekê
 
Bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê, bi hezaran pêkhateyên Kurd, Ereb û Suriyan daketin qadan û gotin: "QSD hêz  û îradeya me ye."
 
Bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê, îro bi hezaran şêniyên Bajarê Hesekê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û piştgirî dan Şervanên QSD’ê. Her wiha êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meşvanan alên QSD’ê ku parastina gelê herêmê dikin, Kongreya Star û alên meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin. Her wiha wêneyên şehîdên berxwedana rûmetê û pankartên bi nivîsên "Parastina Rojava bikin", "Zarokên Rojava biparêzin", "QSD vîna me ye" û "QSD’ê nûnertiya me dike" û "Na ji dagirkeriyê re"  hatibûn hilgirtin.
 
Meş ji Cisirê Miftî dest pê kir û li ber navenda Çand û Huner a taxa miftî veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşa Hiso axivî.
 
'Êrîşên dewleta tirk a dagirker encamê civîna Soçî bû'
 
Ayşeyê di nava axaftinê xwe de teqez kir ku êrîşên dewleta tirk encamê civîna Soçî bû û wiha pêl da axaftina xwe: "Di 9’ cotmehê de artêşa tirk a dagirker êrîşî seranserî  Sînorê Rojava kir. Ev êrîş  di encama civîna Soçî de pêk hat. Biryar û çaranûsa Bakur û Rojhilata Sûriyê dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide."
 
‘Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê deng veda'
 
Ayşeyê got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana xwe hat nasîn. Li hember kiryarên dijmin gel îro xeta berxwedanê hilbijart. Em jî dibêjin berxwedanî heye serkeftinê mîsoger dike."
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bang li geşkirina yekîtî û wekeheviya gelan kir.
 
Meş bi dirûşma "Bijî QSD" bi dawî bû. 
 
Tiltemir
 
Îro bi hezaran şêniyên Navçeya Til Temirê bi Kurd, Ereb û Aşûriyê xwe ji bo 2'yê mijdarê roja Roja Rojava ya Cîhanê meşiyan. 
 
Îro bi hezaran ji şêniyên Navçeya Til Temirê bi Kurd, Ereb û Aşûriyê xwe li SMŞ kom bûn û paşê dest bi meşa xwe kirin. Di meşê de endamên Endam û Rêveberiyên saziyên jinan û civaka demokratîk amade bûn. 
 
Her wiha pankartên bi nivîsa "2'yê Mijdarê Roja Rojava a Cîhanê, her der Rojava her der berxwedan e" û alên Kongreya Star û QSD'ê hatin bilindkirin. Meşvanan ji SMŞ heya Çarxereya Ş.Qendîl meşiyan û dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Qatil Erdogan" û "Berxwedana Rûmetê mezin dibe" berz kirin. 
 
Piştî ku meş li Çarxereya Ş.Qendîl rawestiya û deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endamê Meclisa navçeya Til Temirê Ebdil Rehman Hisên axivî. 
 
Ebdil Rehman berxwedana Kobanê bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Berxwedana Kobanê hemû pilanên hêzên hegemon û dîktator li ser gelê herêmê şikandin û li cîhanê dengve da. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin bi têkoşîn û berxwedana xwe nêrîna cîhanê bidin guhertin. Îro bi saya ewqas berxwedanê proje û şoreşa me ji cîhanê  û Rojhilata Navîn re dibe nimûne. Ka em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin û dagirkeran ji ser xaka xwe biqewitînin û dawî li faşîzmê bînin."
 
Meş bi dirûşma"Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.