Mamoste û rewşenbîrên jin: Ji hêza jinan ditirsin

  • 14:31 2 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Jinên KPCD-Jin û YRK'ê girêdayî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên îskenceya li cenazeyên jinan dikin daxuyanî dan.
 
Jinên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD-Jin) û jinên Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê (YRK) bi daxuyaniyên cuda êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tayîbetî jinan hedef digirin daxuyanî dan. 
 
Daxuyaniya mamosteyên jin ku li akademiya Viyan Amara hat dayîn, ji aliyê berdevka perwerdeya xweser ya herêma Firatê Rûken Mihmed ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Raya giştî û civaka navnetewî li hember îşkenceya dewleta tirk û çeteyên wê li bedena şervana YPJ'ê Barîn Kobanê li Efrînê ji bîr kirin ku îro dewleta tirk carek din van kiryaran dubare dike. Vê carê jî dewleta tirk û çeteyên wê hişmendiya xwe ya qetilkirina jinan di kesayeta Hevrîn Xelef û Amara Rênas de pêk anî. Ev êrîş hebûn û nasnameya jinan armanc digire. Bexwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan, bu îlhama hemû jinên cîhanê û hêz da hemû jinan. Her wiha çeteyên dewleta tirk jî bi pêşengiya jinan têk çûn. Em weke mamosteyên jin suc û komkujiyên artêşa tirk ya dagirker û komên çete yên girêdayî wan şermezar dikin û dibêjin ku wê dengê jinan tu carî neyê qutkirin.”
 
Jinên Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê jî di heman çarçoveyê de li pêşiya navenda Şaredariya navçeya Şêranê daxuyanî dan. Endama YRK'ê Fatma Seydo daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:   
 
“Em weke jinên Yekîtiya Reweşenbîrên Kantona Kobanê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser rêhevalên jin yên ku bi çeka xwe ji bo mirovahî û jiyaneke aram şer dikin, şermezar û red dikin. Çeteyên dewleta tirk ên faşîst û terorîst bi rengekî hovane û bê exlaqî jinan îşkence dikin û bi laşê wan dilîzin. Mînakên wê jî sekreterya giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef û şervana YPJ`ê Amara Rênas e. Ji bo van êrîşan dewletên Yekbûyî  û saziyên mafên mirovan ku qaşo erka wan parastina mafane, careke din bê deng man. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk û dewletên cîhanî jî bila bizanibin ku êrîşên bi van rêbazan vîna jin û gelê Kurd naşkênin. Bi îrade, hêz û nasnameya jin wê dagirkerî û faşîzimê têk biçe. Sernavê me wê serkeftî bin. Em dibêjin ku dest nedin guliyên jinan, wê vîna jinan sembola serketinê be.”