Dayikên Şemiyê: Bila kursiyên we ji bo we bin, tenê zarokên me bidin me

  • 14:30 2 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Takîn ên berî 23 salan li Amedê dibin çavan de hatin windakirin, pirsîn û ev bang li hikumetê kirin: “Bila kursiyên we ji bo we bin, tenê zarokên me bidin me.”  
 
Dayikên Şemiyê, ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 762’yan de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan dayik asteng kirin. Dayikên Şemiyê, li ser vê yekê li kolana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, weneyên kesên dibin çavan de hatin windakirin û qûrnefîl hilgirtin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û gelek parlementer beşdarî çalakiya vê heftê bûn. 
 
Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên li gundê Temîran a navçeya Pasûrê ya Amedê di 2’yê Mijdara 1996’an de hatin binçavkirin û çarek din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn. 
  
Keça Fehmî Tosûn ê di 10’ê Cotmaha 1995’an de dibin çavan de hat windakirin Besna Tosûn daxuyaniya vê heftê da. Besna, diyar kir ku mafê her kesî yê jiyanê, parastinê, dariznadina adîlane, azadî û ewlehiyê heye û wiha axivî: “Ev mafên bingehîn ên mirovane, divê neyin binpêkirin. Mafê hemû kesên dibin çavan de hatin windakirin, bin pê kirin. Dema ku mijara dibe kesên dibin çavan de hatine windakirin, hemû saziyên dewletê serî li rêbazên polîtîkayên bêcezakirinê didin.” 
  
Besna anî ziman ku wan Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram di salvegera wan a 23’yemîn ji bîr nekirine û wiha got: “Malbata Bayram li gundê Temîran a Navçeya Pasûrê dijiyan. Ji bo ku bibin cerdevan rastî gelek zextên giran hatin. Ligel hemû zextan jî gundiyan cerdevantî qebûl nekirin. Ji ber vê di sala 1995’an de gund hat wêrankirin û mirov bi darê zorê neçar man ku malên xwe terk bikin. Malbata Bayram jî koçî Amedê kir. Mûstafa Bayram bi kurê xwe Şîrîn re ji bo ku di înşaetê de bixebitin çûn Kocaeliyê. Şirîn ji bo ku dergistî bibe ji Kocaeliyê tê malê. Di 2’yê Mijdara 1996’an de diçe mala xizmê xwe yê 65 salî Ramazan Tekin ê mala wî li gundê Temîran a Pasûrê bû ye. Leşker û cerdevan wê şevê bi ser mala Tekîn de digirin, Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram binçav dikin. 5 rojan li Qereqola Leşkerî ya Pasûrê tên girtin û piştre bi tu awayî agahî ji her du yan nayê girtin. Ligel hemû hewldanên malbatê jî derbarê aqûbeta her du kesan de tu agahî heya roja îro nehatin girtin.”
 
Dûre dayika Mûrat Yildiz ê di 23’yê Sibata 1995’an di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî û wiha got: “We mafê gelek mirovan ji destê wan girtin. Yên ku ev polîs şandin vê derê, ez bangî wan dikim. Polîsê xwe vekişînin. Piraniya mirovên li vê derê di temenên bav û dayikên we dene. Heya niha me kevirek tenê jî ne avêtiye polîsan. Em ên we ji me girtin dixwazin. Bila korsiyên we ji we re bin. Em zarokên xwe dixwazin. Ji ber ku em li  vê derê rastiyan dibêjin, ev polîs êrîşî me dikin. Min baweriya xwe bi we anî û zarokê xwe da we. Ez zarokê xwe ji we dixwazim.”
 
Piştî daxuyaniyê, nameya malbata Mehmet Şîrîn Bayram a li Amedê dijîn ya ji Dayikên Şemiyê re şandibû, hat xwendin û dûre çalakî bi dawî bû.