Di xwepêşandana Bexdayê de jinek hat kuştin

  • 14:23 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Baxan Rojna
 
BEXDA - Rêxistina Îraqê ya mafê mirovan ragihand ku; ‘Li ser pira cumhurî nêzîkî guruba Tehrîr di nava kolana bajarê Bexda de jinek xwe pêşandan ji ber gaza dijwar jiyana xwe ji dest da.
 
Elî Beytî endamê mafê mirovan ya Îraqê ragihan ku di 1’ê cotmeha 2019’an de hêzên parastinê bi gaza dijwar êrîşî xwepêşandanan kiriye û di encamê de jinek birîndar bûye. Jina ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ev dibe duyemîn jina xwepêşander ku hatiye qetilkirin. 
 
Rêxistina lêborîna navneteweyî ragihand ku desthiladarên Iraqê gaza dijwar ku xelk pê werin kuştin li ser xwepêşanderan bi kar anîne. Ev gaz laşê mirovan dişewitîne û heta niha 5 kes ji ber vê gaza dijwar jiyana xwe ji dest dane. Di xwepêşandana vê dawiyê de hêzên parastina Iraqê du cureyên gazên dijwar yên metirsîdar li ser xwepêşanderan bi kar anîye ku 10 qat ji gazên din ku bi kar tînin bi hêztir e.
Rêxistinekê da diyarkirin ku ew gaza dijwar li ser jinên ku di xwepêşandanê de hatine bikaranîn. Ji aliyê bulgarya û sirbiyan ve hatiye anîn, ji bo di dema şer de bi karbînin ne ji bo belavkirina xwepêşnadaran e.
 
Di heman demê de medyayek nêzî dewletê hewil dide ku hejmara kujerên xwepêşandanan kêm bide nîşandan. Lê bêlê li gora amûrên ragihandinê hejmara qurbaniyên xwepêşandanan heta niha 250 kes e. Di nava wan de 2 jê jin in.