Pervîn Bûldan çû serdana Eren Keskîn

  • 13:50 2 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan ji bo piştevaniyê çû serdana Parêzvana Mafê Mirovan Eren Keskîn a ku di rojên borî de bi ser mala wê de hatibû girtin. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Giştî Pervîn Bûldan, Parlamenter Oya Ersoy, Zeynel Ozen, Ali Kenanoglu, Fatma Kurtulan ji bo piştevaniyê çû serdana Parêzvana Mafê Mirovan Eren Keskîn a ku di rojên borî de bi ser mala wê de hatibû girtin. Serdan li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê pêk hat. 
 
'Em ê piştigiriya xwe ya ji bo Eren Keskîn bidomînin'
 
Pervînê derbarê serdanê de wiha got:"Di demên dawî de tevî Eren Keskîn li dijî gelek kesî polîtîkayên çewisandinê ketine dewreyê. Ceza, girtin, binçavkirin, îşkence li dijî van kesan tê kirin. Eren Keskîn parêzvana mafên mirovan a bi hêz e. Ew ji bo edalet û hiqûqê têdikoşe. Loma her hedef tê girtin. Ev êrîşa li dijî wê li me hemûyan hatiye kirin. Em ê piştigiriya xwe ya ji bo Eren Keskîn bidomînin. "
 
'Ev piştgiriya ji bo min gelek bi wate ye'
 
Eren Keskîn derbarê serdanê de wiha got:"Ev piştgiriya ji bo min gelek bi wate ye. Dema zarokê Pervîn Buldan çêbû hevserê wê hat qetilkirin. Wê jî gelek êş dîtiye. Kurdistan her dem bi hiqûqek cuda hat birêvebirin. Komkujî û neheqiyên ku li welatê me tê kirin hinekî din nîqaşa wê dikin. Loma her dem pêdiviya me bi piştigiriyê re heye. Do Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Em dîsa Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin." 
 
'Em ê her piştigiriyê bide parêzvana mafên mirovan'
 
Her wiha Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri jî wiha got:"Êrîşa li dijî Eren keskîn êrîşa li dijî nasnameya mafên mirovan e. Loma piştigirî gelekî girîng e. Em ê her piştigiriyê bide parêzvana mafên mirovan."