KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin

  • 13:38 2 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL- Li rapora KCDP'ê ya meha cotmehê mêran di vê mehê de 36 jin qetil kirin.
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora cotmehê 2019'an a tundiya li ser jinê bi daxuyaniya nivîskî ragihand. Li gor raporê di meha cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku di meha cotmehê de 8 jinî jiyana xwe bi awayekî gumanbar ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku ne diyar e 17 jin ji bo çi hatine qetilkirin. 5 jin  bi hinceta aboriyê 6 jin jî ji ber ku xwestin derbarê jiyana xwe de xwedî biryar bin hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin ku heta ku neyê diyarkirin jin ji bo  çi hatine qetilkirin û bêcezabûn û daxistina ceza pêk were dê tundiya li ser jinê bi dawî nebe.
 
Di raporê de hat gotin ku 14 jin kujerên wan nehatin tespîtkirin û 8 jin ji aliyê kesên ku nêzî wan bû hatin qetilkirin. 
 
'Ayşe Tuba têkoşîna jiyanê dide'
 
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:"Nayê zanîn ku birayara parastinê ya 33 jinên hatin qetilkirin hebû yan tune bû. Ji ber ku madeya 6284 bi awayekî çalak nayê bikaranîn loma gelek jin wiha jiyana xwe ji dest didin. Jina bi navê Ayşe Tuba di nexweşxaneyê de têkoşîna jiyanê dide. "
 
Îstismara li dijî zarokan dewam kir
 
Di raporê da hat gotin îstismara li dijî zarokan jî di meha cotmehê de dewam kir.