Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava

  • 12:47 2 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên gelên xwecihî û rêberên tevgerên civakî yên welatên cuda yên cîhanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang piştevahiyê kirin û piştgirî dan Rojava. 
 
Ji gelek welatên cuda yên cîhanê, aktîvîst, nûnerên gelên xwecihî û rêberên tevgerên civakî di nameya vekirî ya di The Guardian hat weşandin de, bal kişandin êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: "Bi êrîşên Tirkiyeyê re ne tenê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê di heman demê de kapasîteya mirovahiyê ya hilberandina alternatîfan li dijî krîza şaristaniya heyî di metirsiyê de ye. Di nameyê de hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Erdogan tevî 'agirbestê' jî teknîkên tundî û qirkirinê yên sedsala 20'an bi kar tîne, li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar tînin û çeteyên cîhadîst sivîlan qetil dikin."
 
Di nameyê de hat destnîşankirin ku DYA, Rûsya, Brîtanya, Fransa û dewletên din bi destûrdana ji bo paqijiya etnîkî û dagirkeriyê hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê binpê kirine û hate gotin, yekane armanca Tirkiyeyê tinekirina tecrûbeya serketî û wêrek a Rojava ye ku li derveyî sîstema global tecrûbeyeke serketî ye. Di nameyê de hate bibîrxistin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen, Êzidî û gel û pêkhateyên cuda hene û di nava sîstemeke serketî ya demokrasiya radîkal, xwerêveberî, wekheviyê de bi rengekî aştiyane dijîn.
 
Di nameyê de firotina çekan ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin û hat gotin: "Rêberê PKK Abdullah Ocalan dibêje 'Hêza modernîteya kapîtalîst çek û pereyê xwe nîne, bi lîberalîzma xwe kapasaîteya fetisandina her cûre utopyayane'." Di nameyê de ji bo parastina Rojava bang li her kesî hate kirin ku rabin ser piyan û hate destnîşankirin ku Rojava ji bo heman armancên piraniya dinyayê têdikoşe.
 
Di nameyê de hate ragihandin ku têkoşînên gelan bi hev ve girêdayî ne û ti hêz nikare guhertinên jêneveger asteng bikin.
 
Di nameyê de hate destnîşankirin ku bi navê tevgerên civakî, civak û gelên xwecihî û lîderên wan wê piştevaniya vîzyon û keda Rojava bikin û hate gotin, ji bo berxwedan, parastin û berxwedêriya Rojava wê dua bikin. Di nameyê de 'mirovahî' bi bîra dewletan û xwediyên hêzê hate xistin û ji wan hate xwestin ku dagirkeriyê bi dawî bikin.
 
Kesayetên ku îmze avêtine binê nameyê wihane:
 
LaDonna Brave Bull Allard Standing Rock, Turtle Island (USA)
 
Salim Dara Rural Solidarity, Benin
 
Eve Ensler One Billion Rising, USA
 
Sabine Lichtenfels Tamera Peace Research Center, Portugal
 
Tiokasin Ghosthorse First Voices Indigenous Radio, Turtle Island (USA)
 
Alnoor Ladha The Rules, Canada
 
Gildardo Tuberquia Peace Community of San José de Apartadó, Colombia
 
Yael Ronen Maxim Gorki Theater, Germany
 
Sami Awad Holy Land Trust, Palestine
 
Gigi Coyle Beyond Boundaries, USA
 
Joshua Konkankoh Better World, Cameroon
 
Stuart Basden Extinction Rebellion, UK
 
Aida Shibli Global Campus, Palestine
 
Claudio Miranda Favela da Paz, Brazil
 
Rajendra Singh Tarun Bharat Sangh, India.