Hevseroka Şaredariya Pasûrê ya berê Sadiye Suer hat tehliyekirin

  • 10:09 2 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka Şaredariya Pasûrê ya berê Sadiye Suer a ku dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin û ev 2 sal in girtîye ji Girtîgeha Osmaniyeyê hat tehliyekirin
 
Di 26'ê Kanûna 2016'an de bi Biryarnameya Di Hukmê Kanûnê de (KHK) qeymeqam Muhsin Çiçek wekî qeyûm tayînî ser Şaredariya Pasûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatibû kirin. Ji ber ku Hevseroka Şaredariya Pasûrê Sadiye Suer dest nedabû qeyûm li ser gilîkirina endamên meclîsa AKP'ê hatibû binçavkirin. Bi hinceta destê qeyûm negirtiye û heqaret li Serokkomar kiriye 2 sal û nîv ceza li Sadiye hatibû birîn. 
 
Hat hînbûn ku divê Sadiye mehan berê bihata tehliyekirin lê ji ber infaza wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatibû şewitandin nehatibû tehliyekirin. 
 
Sadiye do di saetên dereng de ji Girtîgeha Osmaniyeyê hat tehliyekirin û hat Amedê.