Qeyûm tayînî Şaredariya Sêrawê hat kirin

  • 10:08 2 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Qeymeqamê navçeyê Mehmet Halis Aydin wekî qeyûm tayînî dewsa Hevseroka Şaredariya Sêrawê, Caziye Duman, bû. 
 
Do serê sibehê li Wanê di encama serdegirtina malan de tevî Hevseroka Şaredariya Sêrawê, Caziye Duman, 14 kes hatibûn binçavkirin. Walîtiyê derbarê Hevseroka Şaredariya Sêrawê, Caziye Duman de daxuyanî da û diyar kir ku Caziye bi hincetên "Endamtiya Rêxistinê", "Propagandaya Rêxistinê" li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê darizandin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirn ku Qeymeqamê navçeyê Mehmet Halis Aydin wekî qeyûm tayînî dewsa Hevseroka Şaredariya Sêrawê, Caziye Duman, bûye. 
 
Tevê Şaredariya Sêrawê heta niha qeyûm tayînî 14 şaredariyên HDP'î hat kirin.