‘Malên me dorpêç kirin û em gulebaran kirin’

  • 09:12 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Şehbayê yên ku zirarên giran ji dagirkeriya DAIŞ’ê dîtine gotin: "Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber çavên dunyayê ser me dihat sepandin. Mêr hemû girtin an înfaz kirin an jî bi xwe re birin, jiyan û cilên hemû jin û zarokan jî reş kirin."
 
Çeteyên DAIŞ’ê, hemû cureyên tundiyê li ser gelên Sûriyeyê dan meşandin û bi van kirinên xwe gelek zirarên madî û fizîkî gihandin gel. Piranî malbet rastî tundiya DAIŞ’ê hatine, ji zilma wan zarok û hevjînên xwe winda kirin. Jinên Şehbayê yên ku zirarên giran ji êrîşên dewleta tirkan û çeteyên DAIŞ’ê dîtine diyar kirin ku hovîtiya DAIŞ’ê li pêş çavên cîhanê pêk hat.
 
‘Ji ber hovîtiya DAIŞ’ê me gelek zilim dît’
 
Têkildarî vê mijarê jina bi navê Fîdan Abdullah a ji gundê Nêrebîyê ya girêdayî kantona Şehbayê da zanîn ku wan ji destê çeteyan hemû cureyên nelirêtiyan dîtine û wiha domand: “Nêrebîyê gundê bab û kalê me ye, lê ji ber hovîtiya DAIŞ’ê em li gundê xwe bê ewle bûn. Dê kengî êrîşî kîjan deverê bike ne diyar bû, ji ber wê em hemû weke çavdêran li derdora malên xwe di nobetê de bûn. Tu malbatên zarokên wan di hovîtiya DAIŞ’ê de neçûne nîne.”
 
‘Malên me dorpêç kirin û em gulebaran kirin’
 
Fîdanê bi lêv kir ku dema çeteyan êrîşî Şehbayê kirine kurê wê Welîd ê 28 salî jî digirin û wiha berdewam kir: “Kurê min di dema dagirkirina Şehbayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat girtin. Wê rojê kurê min kurê xwe ji xew şiyar kirin. Paşê min dît çeteyan malên me dorpêç kirin û her der gulebaran dikirin. Ji dengê guleyan em şaşwaz man, êdî me nezanî bû em ê çawa bikin. Dest û lingê me nava hev ket. Çete ketin hundirê malê, ziravê me ji wan qetiya, weke gurên devbixwîn li derdorê xwe dinihêrîn. Paşê çavê wan bi kurê min ê mezin ket, ew girtin û hewil dan bi xwe re bibin. Min xwe da pêşiyê min got ya hûn ê min bikujin yan jî hûn kurê min nabin. Hemû hewildanên min bê encam man, destê min ji derî vekirin û kurê min birin, heta li ber çavê min winda kirin. Ji wê û şûnde nizanim çi bi wî kirin. Bi hinceta dê bibin lêpirsîn bikin, birin û carek din venegeriya. Lawikê wî yê biçûk piştî wê xirecira me û çeteyan rabû pirsa bavê xwe kir. Hîna çete li hundir bû dema zarok pirsa bavê xwe kir. Çeteyan gotin: 'Em ê bibin lêpirsîn bikin û car din bînin.' Hîna lawik li benda dîtina bavê xwe ye.”
 
‘Hûn kafir in’
 
Fîdanê destnîşan kir ku pir li pê kurê xwe geriyaye xwestiye agahiyekê jê bigire, hînbûye ku kurê wê birine zindanek a li Babê û wiha dom kir: “Ez nesekinîm, ji bo tiştekê ji kurê xwe bizanim gelek geriyam. Ez heta gel wan jî çûm û min pirsî, lê tu agahî jê nîne. Dema min ji wan pirsî gotin: ‘Hûn kafir in, hûn girêdayî PKK’ê ne, me kurê te tesfiya kir.’ Ez hîna jî bawer nakim kurê min kuştine, hê çavê min li rê ye û dibêjim dê niha ji derekê ve bê. Em malbetek  tenê ji bo debara xwe kar dikin. Gundê me hemû ereb in, em tenê du malbet kurd in. Em ne kafir in, ew kafir in, zarokên me kuştin, neviyên me sêwî hêştin, sê salan em dorpêçkirî bûn.”
 
‘Çeteyan cilên reş li ser me ferz kirin’
 
Jina bi navê Selwe Mihemed Nûr a 30 salî ya ji gundê Nêrebiyê ya girêdayî ya kantona Şehbayê ya ku hevjînê xwe di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de winda kiriye jî got:”Dema dagirkirina gundê me, em ji azadiya xwe mehrûm bûn. Cilên me hemû reş bûn, ji serê me heta neynûkên me reş bû. Tenê ne em jin, mêr jî ji hovîtiya wan xilas nebûn. Piraniya wan an kuştin an jî li gel xwe birin. Rewşa madî ya mala  me baş bû, ji bo wê hevjînê min li Reqayê dixebitî. Dema êrîş çêdibin, hevjînê min dixwaze li hewara me bê, ser rê çete wî digirin û dibin. Jê re dibêjin: ‘Hûn kurd in wê demê hûn girêdayî PKK’ê ne. Hûn terorîst û kafir in.’ Dema me agahiya girtina wî bihîst, malbat ket nava hewildanên berdana wî. Gelek caran mamê min çû. Gotin dê bînin Şehbayê berdin, lê heft sal derbas bû hê tu agahî jê nîne. Em dizanin kuştine. Ji ber dema mamê min dipirsî gotibûn: ‘Me tasfiye kiriye.’ Li gel van gotinan jî em bê hêvî nebûne û her dibêjin dibe ku sax be li me vegere.”