Jinên Mêrdînê dest bi çêkirina tirşa hinarê kirin

  • 09:11 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hatina zivistanê re jinan dest bi çêkirina tirşa hinaran kir. Jinên ku hinaran kom dikin yek bi yek ji hev hebên wan didin alî û piştre diesirînin, ava wê dipijiînin, jê tirşa hinarê derdixin. Ev tirşa hinarê zivistanê her tim tê bikaranîn.
 
Li Mêrdîna ku gelek bawerî û gel ligel hev dijîn, amadekariyên zivistanê didomin. Li bajar li ser banan, berhemên ji bo zivistanê tên amadekirin dîmenên rengîn derdixin holê. Jinên ku vê demsalê amadekariyan ji bo zivistanê dikin, niha tirşa hinarê çêdikin. Hinarên ku ji baxçeyên xwe kom dikin, yek bi yek hebên wan derdixin, diesirînin û piştre ava wê dipijirînin û dikin tirşa hinarê. Jina bi navê Faîze Aksoy da zanîn ku ev kar zehmet be jî, beramberê keda xwe digirin.
 
‘Yek bi yek tê derxistin û paqijkirin’
 
Faîzeyê diyar kir ku 7sale tirşa hinaran çêdike û got: “Em hinarên xwe ji baxçe tînin. Yek bi yek paqij dikin. Piştre em dikin çewalan û ava wan derdixin. Em ava wan di beroşan de dikelînin. Piştre em dikin şûşeyan. Ev du sê rojên em heman karî dikin. Em para xwe digirim û yê zêde jî carna difroşin.”
 
‘Ji bo her nexweşiyê derman e’
 
Faîzeyê got hem ava hinarê hem jî tirşa hinarê çêdikin û dikin şûşeyan, ji bo zivistanê vedişêrin û got: “Ev ava hinar û tirşa wê gelek bi fêde ye. Em ji bo xwe vedişêrin. Ji bo gelek nexweşiyan derman e. Ji bo sermayê û şewbê pir baş e. Hema bandora xwe dike. Keda jinan di vir de gelek zêde ye. Ji komkirina hinaran heta her asta wê em dikin. Tiştên ku destê jina lê dikeve gelek paqij e. Em bi baldarî çêdikin. Me îsal jî çêkir. Em ê her sal çêbikin.”
Mesaj yazın