Zahîde ya bi zor hat zewicandin:Ji bo zarokan divê em zêdetir têbikoşin

  • 09:10 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Zahîde Polat ya ku di 11 salî de ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin, destnîşan kir ku divê jin hîn bêtir bi hev re têbikoşin û wiha got: “Şîdet xwe rêxistin dike. Divê em jî li dijî vê têkoşîna xwe li her qada jiyanê bidin. Zarokatiya min hat dizîn. Bila ya zarokên din neyê dizîn.”
 
Desthilatdariyê ji bo sûcên îstîsmara zarokan pêşnûmeyên ‘efûyê anîn rojevê, lê bi têkoşîna jinan neçar ma şûnde gavê bavêje. Di Pakêta Daraza Duyemîn de, li gorî agahiyên kulîsan tê gotin ku sererastkirinên destkeftiyên jinan hedef dikin hene. Bi hezaran zarok di bin navê ‘zewacê’ de bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û şîdetê re tên rû hev, lê dema mijar dibe ‘zewac’, di civak û dadgehan de normal tê dîtin. Zahîde Polat ya ku 11 salî ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin, tiştên jiya vegot û bang kir ku divê jin hîn bêtir têbikoşin.
 
‘Di vê xewnê de dijminê min bavê min bû’
 
Zahîdeyê da zanîn ku dayika wê dema ew biçûl bûye jiyana xwe ji dest daye  û di wî temenê biçûk de li xwişk û birayên xwe dinêre. Berpirsyariya malê ne bavê wê, Zahîde digire ser xwe û bavê wê ji bo ku careke din bizewice Zahîdeyê wek berdêl dide zewicandin. Zahîdeyê tiştên jiya wiha vegot: “Bavê min ez ji bo xwe kirim berdêl. Bi kesekî 30 salî re ez zewicandim. Min hîna zewac nizanibû. Ev zewac ji bo min xewnek reş û lîstikek tarî bû. Min her tim ev ji xwe re digot: Min xewnek dît, di vê xewnê de bavê min dijminê min bû. Bavê min ez kirim qurbana xwe. Zarokatiya min dizî. Ligel ku hîna bijîm hatim kuştin. Di ser zewacê re 5 sal derbas bû ez piştre kamil bûm. Min nebaşiya herî giran jiya.”
 
‘Mirovan zewaca zarokekê erê kir’
 
Zahîdeyê daxuyakirin ku tenê birayê wê li dijî vê zewacê derketiye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku birayê min dizanibû ku ev tiştekî şaş e. Lê bavê min gûh nedayê. Piştî hatim zewicandin birayê min çend caran hewl da min birevîne. Birayê min ez birim lê lê careke din min anîn û birayê min jî zêde ne mezin bû. Mirovan zewaca zarokekê erê dikirin. Heta ji bo vê hewl didan. Min di wî temenî de her karek kir. Barê herî giran hilda. Di temenê zarokatiyê de barê herî giran, êşên herî giran dan ser milê min. Ez di zarokatiya xwe de bûm dayik.”
 
‘Divê em ji bo zarokan hîn bêtir têbikoşin’
 
Zahîde ya ku li dijî zext û zorê mêr her tim xwedî hişmendî bû got tişta ku divê niha bê kirin têkoşîna yekbûyî ya jinan e û wiha dawî lê anî: “Kuştina jinan û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan her diçe zêde dibe. Bêguman jinan li dijî vê têkoşînên cidî dan û bedelên giran didin. Divê em vê şîdet û qirkirina jinan normal nebînin. Yekane hewcedariya pêwist têkoşîna hevpar a li dijî îstîsmar, şîdet û zewicandina zarokane. Divê em jin li dijî vê bibin mertal. Şîdet xwe rêxistin dike û divê em li qada jiyanê têkoşînê rêxistin bikin.Zarokatiya min hat dizîn. Bila ya zarokên din neyê dizîn.”
berfin, 16:41