‘Edelet êdî ne ji dadgehan ji çapemeniya civakî dertê’

  • 09:09 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Aktîvîsta Mafên Jinan Sevcan Kadîroglu, bertek nîşanê bêcezakirina qetilkirin û şîdeta li ser jinê da û got: “Mixabin edelet êdî ne li dadgehan di çapemeniya civakî de dertê holê. Gumanbarên ji aliyê dadgehê ve tên berdan, bi bertekên gel tên girtin. Wê demê çi hewce bi merciya darazê heye.” 
 
Platfroma Jin bi Hev re Bihêz in di 28’ê îlonê de li Kadikoy a Stenbolê, bi dirûşma ‘Demildest pêşî li kuştinên jinan bigire’ kampanya dabû destpêkirin. Kampanya wê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî bidome. Ji gelek bajaran rêxistinên jinan û platform tevlî bûn. Platforma Jinan a Edeneyê jî bi dirûşmeya ‘em dixwazin bijîn’ starta xwe dan û heta 25’ê Mijdarê wê gelek bernameyan pêk bînin û jiyana jinan bidparêzin jî her tim li kolanan e.
 
‘Yek ji sedemên herî girîng ya krîza aboriyê ye’
 
Aktîvîsta mafên mirovan Sevcan Kadîroglu wiha got: “Krîza aborî roj bi roj mezin dibe. Ji bo şîdeta li ser jinê tu hincet nikare bê qebûlkirin. Yek ji sedemên şîdeta li ser jinê krîza aborî ye. Yek ji sedemên din polîtîkayên bêcezabûnê ne û gotinên ku şîdetê teşwîq diken e. Ligel vê pisgirêkên psîkolojîk û nezanîbûna mafên jinan e.”
 
‘Divê daraz edeletê bîne’
 
Sevcanê di berdewamiyê de bal kişand ser helwesta darazê ya di dozên jinan de û wiha pê de çû: “Di rojên borî de karsaz Karaca Yildim li Edenê ji aliyê du mêran ve dihat tehdîdkirin, rastî êrîşa madeya şewitandinê hat û her wiha rastî tehdîda ‘tu giliyê xwe şûnde nekşînê em ê te cara din bişewitînin’ hat. Karacayê nexwest cihê karê xwe bide van her du mêran. Bi dehan carî gilî kir lê daraza mêr çi kir?Li şûna ev çavsor bên girtin, kargeriya Karacayê mor kirin. Vê jî cesaret da gumanbaran. Dîsa li Edenê jina pîr Fatma Altunoz rastî hewldana tecawizê hatibû. Ev hewldan dîsa ne bi saya darazê bi saya çapemeniya civakî ket rojevê. Biryarên ku daraz didin mirovan dike fikaran. Ger ku edelet bi berteka gel tê, wê demê çi hewce bi darazê heye gelo? Mixabin edelet ne ji darazê ji çapemeniya civakî dertê.”
 
‘Dewlet destkeftiyên jinan desteser dike’
 
Sevcanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet naxwaze ku jin bibin xwedî gotin û deng derbixin û wiha got: “Li dijî astengiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hewcedariya jinan bi qanûnên ku mafên wan diparêze heye. Lê roj bi roj destkeftiyên me tên desteserkirin. Wek mînak, tayînkirina qeyûman. Hince jî hevserokatiye. Dewlet li şûna destkeftiyên jinan biparêze, destkeftiyan desteser dike. Em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî van pêkanînan heta dawî bidomînin.”