Cîhan yek denge: Bila êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidawî bin

  • 09:07 2 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî operasya ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin li her derê cîhanê bertek hat nîşandan. Biryara cezakirinê ya DYA’yê jî ji Meclîsa Nûneran derbas bû. Gelên Tirkiyeyê yên li dijî êrîşên daketin kolanan, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kirin.
 
AKP’ê ji bo operasyona li hember Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê, bi vekişîna leşkerên DYA’yê ya ji herêmê, tezkera operasyonê anîbû meclîsê. Tezkere bi dengên AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partî hat qebûlkirin û tenê HDP li dijî vê derketibû. Piştî tezkere ji meclîsê derbas bû şûnde di 9’ê cotmehê de jî operasyon hatibû destpêkirin.
 
Ji roja operasyon hat destpêkirin şûnde gelek sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran kes ji cihê xwe bûn. Li navçeyên  xeta sînor ên li ser sînor navber dan perwerdehiyê. Di 17’ê cotmehê de bi biryara hevpar a DYA û Tirkiyeyê agirbesta 5 rojî hat îlankirin lê êrîşên Artêşa Netweyî ya Sûriyeyê hevkarê Tirkiyeyê ye berdewam kiribûn. Di roja dawî ya agirbestê de jî Tirkiyeyê bi Rûsyayê re li Soçî hevdîtin kir û piştre jî biryara 150 saetî ya agirbestê hatibû girtin. Pêvajoya agirbestê di 30’ê cotmehê de bidawî bibû.
 
Ji destpêka operasyonê heta agirbestê me, helwesta gel û çalakiyên gel yên li dijî êrîşên li hember Sûriyeyê kom kirin.
 
Biryara cezakirinê ya DYA’yê ji Meclîsa Nûneran derbas bû 
 
Pêkanên cezakirina Tirkiyeyê yên hatin nîqaşkirin li Meclîsa Nûneran a DYA’yê hat nîqaşkirin û pêşnûme qanûna cezakirinê ya Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Pêşnûme li gelek qadên Tirkiyeyê cezakirinan pêşniyar dike û der barê hebûna malê serokomar Tayyîp Erdogan û malbata wî de, her wiha lêkolînkirina têkiliyên kar jî tê pêşniyarkirin. Pêşnûmeya ji aliyê Serokê Komîsyona Karê Derve ya Meclîsa Nûneran Elîot Engel û endamê komîsyonê Mîke McCaıl ve di 17’ê cotmehê de hat pÊşniyar kirin, hinek rayedaran jî dike lîsteyan cezakirinê û ji bo xwegîhandina çek û fînansmanê jî hinek sînorkirinan tîne.
 
Fînlandiyayê, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
 
Serokwezîrê Fînlandiyayê Anttî Rînne, diyar kir ku ji ber operasyonan, îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê dane sekinandin. Anttîn Rînne diyar kir ku çalakiyên Tirkiyeyê krîza heyî kûrtir dike û got ew di mijara rewşa mirovahî ya Sûriyeyê de bi fikar in.
 
Fransa:Ewlehiya Kurdan û Ewropayiyan di xeterê de ye
 
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Florence Parly banga ‘operasyonê rawestînin’ li Tirkiyeyê kir û da zanîn ku operasyon ji bo ewlehiya kurdan bi xetere û divê operasyon bê sekinandin.
 
Wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves L Drîan jî li ser twîtterê, operasyona Tirkiyeyê ya li hember Rojava şermezar kir û got: “Ev operasyon ji bo ewlehiya DAIŞ’ê têdikoşe û hewldanên alîkariya mirovahî dike xetereyê, ewlehiya Ewropayiyan dike rîskê.”
 
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, jî bi berdevka Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk Cîhan Ahmed re hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê serokomar da zanîn ku ew der barê operasyona Tirkiyeyê de bi fikar in.
 
Li bajarê Parîs û Marsîlyayê jî bi hezaran kes li qadan hatin cem hev û alên YPG û PKK’ê hildan û operasyona Tirkiyeyê protesto kirin.
 
Brîtanya bi fikar e
 
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Domînîc Raab, bi daxuyaniyek nivîskî fikarên xwe yên der barê operasyonê de anî ziman û got ew ji ber vê tevgera leşkerî ya yek alî a Tirkiyeyê fikarên cidî dikin.
 
Ji 28 welatên YE’ê banga ‘bidawîkirina operasyonê’
 
Yekitiya Ewropayê jî bi daxuyaniya nivîskî ya ku da de banga bidawîkirina operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Tirkiyeyê kir. Daxuyanî bi îmzeya 28 welatî hat dayîn.
 
Misirê, banga civînê li Yekitiya Ereban kir
 
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, di daxuyaniya ku Wezareta Karên Derve ya Misirê daye de, êrîşkariya Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî tûnd hatiye şermezarkirin û wiha hatiye gotin: “Ev êrîşeke çavsor a li dijî dewletekê ye, nayê qebûlkirin.” Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereb jî Ebu Gayt di daxuyaniya ku da de da zanîn ku ev êrîş bi awayekî aşkera Serdestiya Tirkiyeyê binpê dike û yekitiya welat tehdîd dike.
 
Hollandayê piştî operasyonê gazî sefîrê Tirkiyeyê kir
 
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Stef Blok piştî tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê gazî sefîrê tirkiyeyê kir û got: “Em êrîşa Tirkiyeyê şermezar dikin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku ji vê riya şaş vegere.”
 
Li Elmanyayê bertek
 
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Hîko Maas, bi munasebeta operasyonê bertek nîşanê Enqereyê da û hişyarî li Tirkiyeyê kir ku vê êrîşê bi dawî bike. Her wiha li gelek bajarên Elmanyayê yên wekê Berlîn, Koln, Hamburg, Hannover, Nurnberg, Bonn, Frankurt, Stuttgart û Munîsê bi tevlîbûna hezaran kesî çalakiyên protestoyî pêk hatin. Li bajarê Heîdenheîm jî bi banga Kon-MED çalakî pêk hat.
 
Ji Swîsreyê bang
 
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê jî banga ‘demildest dawî li operasyonê bînin’ li Tirkiyeyê kir. Ji Kolektîfa Greva Jinan a Bîel a Swîsreyê jî daxuyaniyek hat dayîn û bang hat kirin ku divê hemû tevgerên jinan yên cîhanê bikevin tevgerê û li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin. 
 
Her wiha li Swêdê li bajarê Uppsala  jî kurd û dostên Kurdan li qadan bûn û bertek nîşanê operasyonan hat dayîn. Payitextê Swêd Stockholmê jî bi sedan kes li qada Sergelstorg hatin cem hev û operasyon şermezar kirin.
 
Li Calîforniyayê seferên THY’ê hatin betalkirin
 
Bi sedan dostê Kurdan li Balafirgeha Navneteweyî ya San Francîsco ya bajarê San Francîsco ya Eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê, li gîşeya aydê Riyê Hewayî ya Tirk (THY) Tirkiye protesto kirin, ber gîşeyê girtin û sefera ji bo Stenbolê betal kirin.
 
Arjantînê berxwedan silav kir
 
Arjantîniyan ji bo êrîşan protesto bikin daketin qadan û berxwedana gel û şervanan silav kirin. Dayikên Plaza de Mayo Nora û nûnerên civak kurd jî ji bo êrîş bê rawestandin nameyek şandin Wezareta Karên Derve ya Arjantînê. 
 
Li aliyê din jî li bajarê Sydney ê Avustralyayê jî li qada Town Hall find hatin pêxistin û êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.
 
Li Swêdê bi hezaran kes daketin qadan
 
Li bajarê Vasteras a Swêdê, bi çalakiyek girseyî ya 2 hezar kes tevlî bibûn, êrîş hatin protestor kirin. Televîzyona Dewletê ya Swêdê (SVT) bi berfirehî cih da çalakiyê.