Jinên Efrînê: Em ê her li ser piyan bin û berxwedana xwe bidomînin

  • 09:06 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojava axivîn û gotin: "Em ê her li ser piyan bin heta ku çar parçeyên Kurdistanê dikin yek û mafê xwe ya jiyanî bi dest bixin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê bi çek û balafirên xwe êrîşî gelê Efrînê kir. Niha jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.  Armanca wî tunekirina fikra Netewa Demokratîk û qirkirina Gelê Kurde. Di derbarê vê yekê de jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Erdogan bi kiryarên xwe bi ser nakeve'
 
Efiyet Ekeş Elî Xan derbarê kiryarên ku ser Gelê Kurd tê kirin axivî û got: "Dewleta tirk a dagirker her êrîşên xwe ser Gelê Kurd de tîne û jinan ji xwe re hedef digire. Gel li Efrînê 58 rojan li dijî êrîşên faşist li ber xwe da. Îro jî rêbazên ku li Efrîn pêk anî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike. Mal û milkên me talan dikin, destkeftiyên me didizin. Em kurd hemû piştgiriyê didin YPJ/YPG'ê û QSD’ê. Em hêza xwe bi tenê nahêlin, em ê her li ser piya bin û berxwedana xwe bidomînin. Em nêzî erdên tirkan nebûne, lê Erdogan rojane balafirên xwe ser asîmanên me radike, bi çekên qedexekirî ya fosfora spî êrîşî zarokên me dike û wan dişewitîne. Erdogan bi kiryarên xwe bi ser nakeve."
 
'Em Kurdistana yekparçe dixwazin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Efiyetê diyar kir ku wê her li ser piya bin heta ku çar parçeyên Kurdistanê dikin yek û wiha vegot: "Em kurd ne tenê Efrînê dixwazin, em ê her li ser piya bin heta ku çar parçeyên Kurdistanê dikin yek û mafê xwe ya jiyanî bi dest bixin. Ger Erdogan dixwaze şer bike em amade ne ji ber ku em ji bo mafê xwe şer dikin. Bes e ji zilim û desthiladariyê re em bi fikra Serok Apo mezin bûne ya ku deshiladariyê qet qebûl nake."
 
'Heta hêza me heye em tu carî nakevin'
 
Fatimê Husên Reşo jî qala kiryarên ku dewleta tirk dike kir û got: "Li Efrînê êrîşî me kirin mal milkên me hemû talan kirin. Em koçber kirin.Erdogan jinan armanc digire û kiryarên dijmirovatî li ser wan dimeşîne. Bes e ji faşîzma Erdogan re, heta ku zarokek min heye ez ê bidim ji bo axa Kurdistanê. Ger ji min were xwestin ez ê jî şer bikim û tu carî natirsim. Heta ku hêza me heye em tu carî nakevin."