'Em ji mirinê natirsin, mirina ji bo axa welat nirxa herî pîroz e'

  • 09:05 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Roj Hozan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jina ji Serêkaniyê Fatma Qadir di nava berxwedana rûmetê de cih girt û li kêleka şervanên azadiyê ji bo parastina xwe ya reva çek rakir. Fatma li ser hestên xwe yê di nava berxwedanê de wiha dibêjê: "Êrîşên hovane yên tirkiyeyê li dijî ehlaqê mirovahiyê ye. Ji bo li dijî vê yekê serî hildim min çek hilgirt û parastina rewa kir."
 
Mînakên têkoşîna jinê ya di nava destanên qehremaniyê de, jinên Kurd yên koletiyê qebûl nakin û di nava şerê hebûn û nebûnê de rûmeta xwe diparêzin, gelek in. Dema dewleta tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, gelek qehreman bi hewara welat ve çûn. Fatma Qadir jina ji Serêkaniyê, yek ji van qehremanan e. Dema êrîş li Serêkaniyê tê kirin ew jî serî hildide. Fatma çeka xwe ji mala xwe hilgirt û li kêleka şervanên azadiyê rûmet û axa xwe parast. Heya deqa dawiyê ji şer, Fatma ji Serêkaniyê derneket û di nava hestên têkoşînê de dijiya. Kêliyekê Fatma bi hestên qehremaniyê kêfxweş dibe û kêliyekê jî çavên wê ji talankirina axa wê tijî rondik dibe, lê her moralê xwe bi destanên serkeftinên bilind dikir. Me li çîroka wê guhdar kir.
 
'Min çeka xwe hilgirt û bejna xwe ji cenga rûmeta welat re amade kir' 
 
Di destpêka axaftina xwe de Fatma qala roja yekem ji êrîşên dewleta tirk dike û wiha dibêjê: "Dema çeteyên tirk êrîşî Serêkaniyê kirin, ez û 3 birayên xwe derneketin. Çend topên destpêkê dema li gundewarên bajarê me dan, rûmeta min hew tehemûl kir û min çeka xwe hilgirt û bejna xwe ji cenga rûmeta welat re amade kir. Me dizanîbû eger em bê bersiv bimînin wê qirkirina gelê me yên di Serêkaniyê de mane û li ber xwe didin were kirin. Ji bo wê jî me armancên dewleta faşîzim baş nas kiribû û em hazir bûn canê xwe ji bo axa xwe feda bikin."
 
'Di Serêkaniyê de dîrokeke nû ya qehremaniya gelan hat nivîsandin' 
 
Fatma behsa kêliyên têkoşîn û qehremaniyê dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Wextê şer giran bû, piraniya welatiyan derketin, lê hin malbat jî ji warê xwe derneketin. Min berê xwe da gel şervana û di êniyên herî pêş de milê xwe da milê wan. Hefteyekê di nava şervanan de min şer kir. Şervanan bi baweriyek mezin axa xwe diparastin. Ev bi serê xwe serkeftin bû, me ji bo axa xwe şer kir û dîrokeke nû ji qehremaniya şoreşa gelan di Serêkaniyê de nivîsandin."  
 
'Êrîşên tirkiyeyê ne ehlaqî ye'
 
Fatmayê bal kişand ser dijwariya şer û wiha domand: "Di nava şerê rûmetê de me parastina xwe  ji êrîşên tirkiyeyê dikir û tu carî me êrîşî axa wan nekiriye. Êrîşên tirkiyeyê ne ehlaqî ye. Her cureyên çekan ser bajarekî biçûk wekî Serêkaniyê didan bikaranîn. Ji êrîşên dijwar û topên balafiran çavê me xew ne didît. Li taxa  Mehta şer giran bû, lê em tim ji êrîşan re hişyar bûn. Kesên şerê me jî dikin piraniya xwe çeteyên ku berê di nava DAIŞ'ê de bûn û li gel tirkiyê perwerdeya xwe didîtin, careke din bi rengekî nû bi ser me de şandin. Dema agirbest hat îlankirin me ji aliyê xwe şer rawestand, lê çeteyên tirk derbeyên xwe hîn dijwartir û bi hovîtiyeke hîn mezin êrîş dikirin. Di deqeyên herî destpêkê yên agirbestê de şervaneke jin jiyana xwe ji dest da."
 
'Mêzekirina dawiyê pir bi êş bû' 
 
Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ji me re gotin êdî divê  hûn ji Serêkaniyê vekişin, rondikên xemgîniyê min barandin. Mêzekirina dawiyê li bajarê min pir bi êş bû. Li her derê kuştin, xerakirin û wêrankirin bû. Me nedixwest em derkevin, lê  mixabin rengê hovîtiyê pir mezin bû û dengê cîhanî fetisî mabû. Dîsa jî ez dibêjim ez  amade me vegerim Serêkaniyê şer bikim. Em ji mirinê natirsin, mirina ji bo axa welat nirxa herî pîroz e."