Ayşe Hiso: Jiyana me her dem berxwedan e

  • 09:04 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Hiso teqez kir ku êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yekîtiya gelan, aştiyê, azadiyê û  Netewa Demokratîk hedef digire û got:"Li dijî lîstikên qirêj divê em her dem hişyar bin. Niha em di pêvajoyek gelek dijwar û girîng de derbas dibin. Heta em hebin em ê têbikoşin û hewil bidin ku ev pêvajoya dijwar biguhere û em bi ser bikevin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir û di encamê de bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn, hatin qetilkirin. 
Têkildara vê mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso pêşketin û rewşa siyasî nirxand.
 
'Dijmin dixwaze pirojeya me ya wekheviya gelan têk bibe'
 
Ayşeyê diyar kir ku projeya wekheviya gelan esas tê girtin û wiha got: "Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema me serkêşiya vê pirojeyê kir, me dizanîbû wê dijminê me pir bin. Me dizanîbû ku kesê dixwazin axa Sûriyeyê di nav hev de dabeş bikin hene. Axa Sûriyeyê li gor piroje û hişmendiya xwe di nava xwe de par bikin." 
 
Çima Serêkaniyê?
 
Ayşeyê da zanîn ku niha Erdogan bi hemû çekên giran êrîşî Serêkaniyê dike û wiha pê de çû: "Ji ber ku Waşûkanî kelha berxwedanê ye, cîhan tev dizane ku li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke pir mezin ji aliyê gel û hêzên leşkerî hat meşandin. Waşûkanî cihê têkbirina DAÎŞ'ê û Cebhet El Nusra bû."
 
'Şervanên QSD’ê û gelê berxwedêr bersiva tekînka pêşketî bi têkoşîna xwe didin' 
 
Ayşeyê diyar kir ku rakirina balafirên şer hedefgirtina demokrasî û aştiyê ye û wiha domand: "Balafirên dewleta tirk ya ser ezmanê me difiriyan, ji bo me ne nû ye. Ji ber şervanên me çanda bersivdayînê bi bedenê isbat kirine. Ew di aliyê teknîkî de ji me bi hêztirin, lê di aliyê vîn, israr û îradeya berxwedanê gelo dikarin bigihêjin me? Me hemû dît dema nikarîbû balafirên xwe bifirîne, li beramberî şervanên me têk çûn."
 
'Wekheviya QSD'ê, nimûneya herî nûjen a niha ye'
 
Ayşe di dewama axaftina xwe de qala berxweda QSD’ê kir û got: "Ger îro di asta navneteweyî de her kes behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev serkeftina şervanên QSD'ê û hemû gelê Kurd e. Wekheviya di nava QSD’ê de hatiye avakirin, îro nimûneya herî nûjen a niha ye. Niha bi îradeya xwe ya xurt û azad em axa xwe diparêzin."
 
'Şehîd Hevrîn bangawaziya wê avakirina Sûriyeyek demokratîk bû'
 
Ayşeyê bal kişand xwesteka Hevrîn ya avakirina Sûriyeyek demokratîk û wiha dewam kir: "Dewleta tirk weke hişmendiya DAIŞ'ê yekem jin hedef girt. Hevala Hevrîn bangawaziya wê herî li pêş avakirina Sûriyeyek demokratîk bû. Her wiha beriya vê jî carekê tabloya Şehîd Barîn derket holê, em weke jin bi vê tabloyê pir dêşin, lê îro bi hezaran şervanên YPJ'ê wê bibin Amara û Barîn. Ew ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran dewam bikin."
 
'Yekîtiya me di çeperên şer de serkeftina herî mezin e'
 
Ayşeyê li ser vekişandina QSD’ê ya 32 km nirxand û wiha got: "QSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kişandina hêza xwe ya ji 32 km ji bo xelaskirina gel ji komkojiyê ye. Yekemîn sistema ku em biparêzin, sistema Rêveberiya Xweser e. Dê Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne û kar û xebatê xwe bidomîne. Hemû derê dinyayê gel rabû û faşîzma dewleta tirk şermezar kirin. Ev yek jî berxwedan û têkoşîna gel û şervanan nîşan dide."
 
'Kuştina Ebubekir El-Bagdadî rûyê tirkiyeyê eşkere kir'
 
Ayşeyê behsa kuştina Ebubekir El-Bagdadî kir û wiha domand: "Erdogan her roj dibêje ez ê sinoran ji terorê paqij bikim. Em jî vê pirsê dikin. Çima Ebubekir El-Bagdadî di sînorên di bin kontrola tirkiyeyê de hat kuştin? Îro em li Efrînê jî mêze dikin bûye wargeha çeteyên DAIŞ'ê ev yek jî rûyê rast yê Erdogan nîşan dide.  Di dirokê de kesayetên wek Recep Tayip Erdogan ne nû ye. Erdogan hitlerê duyemîn e."
 
'Li ser bingeha netewa demokratîk projeya xwe biparêzin'
 
Ayşeyê bal kişand ser sistema netewa demokratîk û wiha dom kir: "Gelê ku li ser van xakan dijîn, xwe li ser sistema netewa demokratîk perwerde kirine. Ger cîhan hemû jî êrîşa me bike em ê li ser xeta parastinê de mafê xwe biparêzin. Çi êrîş li ser me were em ê vîn, wekhevî û deskeftiyên ku me bi dest xistiye biparêzin. Ji ber îro Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen û Tirkmen li ser bingeha netewa demokratîk projeya xwe diparêzin."
 
'Berxwedan jiyan e, jiyana me jî her dem berxwedan e'
 
Ayşe herî dawî bal kişand ser berxwedana gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedan jiyan e, jiyana me jî her dem berxwedan e. Tu caran ne dewleta tirk ne jî hevkarê wê nikare vîna dayikên ku bi tililî, dîlan û helbestan, zarokên xwe dispêrin axê bişkînin. Ji ber şehîd herdem ji me re dibêje hêsiran li pê min nebarînin."