ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 2 Mijdar 2019
  • Rojev
*Jinên kedkar ji bo debara malê bi salane li ber deriyê qebristanê fêkî û şînkayê yên ku bi xwe çandine difiroşin. Jinên fêkî û şînkariyên ku bi xwe diçînin û difiroşin tînin ziman ku ji ber qeyrana aborî ew gelek dikevin tengasiyê û dan zanîn ku hemû kes ji ber qeyrana aboriyê ya sedema wê îktidar e bêzar bûne. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Hiso teqez kir ku êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yekîtiya gelan, aştiyê, azadiyê û  Netewa Demokratîk hedef digire û got:"Li dijî lîstikên qirêj divê em her dem hişyar bin. Niha em di pêvajoyek gelek dijwar û girîng de derbas dibin. Heta em hebin em ê têbikoşin û hewil bidin ku ev pêvajoya dijwar biguhere û em bi ser bikevin."DÎMEN HEYE
 
*Jina ji Serêkaniyê Fatma Qadir di nava berxwedana rûmetê de cih girt û li kêleka şervanên azadiyê ji bo parastina xwe ya reva çek rakir. Fatma li ser hestên xwe yê di nava berxwedanê de wiha dibêjê: "Êrîşên hovane yên tirkiyeyê li dijî ehlaqê mirovahiyê ye. Ji bo li dijî vê yekê serî hildim min çek hilgirt û parastina rewa kir."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojava axivîn û gotin: "Em ê her li ser piyan bin heta ku çar parçeyên Kurdistanê dikin yek û mafê xwe ya jiyanî bi dest bixin."DÎMEN HEYE
 
*Li dijî operasya ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin li her derê cîhanê bertek hat nîşandan. Biryara cezakirinê ya DYA’yê jî ji Meclîsa Nûneran derbas bû. Gelên Tirkiyeyê yên li dijî êrîşên daketin kolanan, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kirin.
 
*Aktîvîsta Mafên Jinan Sevcan Kadîroglu, bertek nîşanê bêcezakirina qetilkirin û şîdeta li ser jinê da û got: “Mixabin edelet êdî ne li dadgehan di çapemeniya civakî de dertê holê. Gumanbarên ji aliyê dadgehê ve tên berdan, bi bertekên gel tên girtin. Wê demê çi hewce bi merciya darazê heye.”  BI DÎMEN
 
*Li Mêrdînê bi hatina zivistanê re jinan dest bi çêkirina tirşa hinaran kir. Jinên ku hinaran kom dikin yek bi yek ji hev hebên wan didin alî û piştre diesirînin, ava wê dipijiînin, jê tirşa hinarê derdixin. Ev tirşa hinarê zivistanê her tim tê bikaranîn. BI DÎMEN
 
*Zahîde Polat ya ku di 11 salî de ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin, destnîşan kir ku divê jin hîn bêtir bi hev re têbikoşin û wiha got: “Şîdet xwe rêxistin dike. Divê em jî li dijî vê têkoşîna xwe li her qada jiyanê bidin. Zarokatiya min hat dizîn. Bila ya zarokên din neyê dizîn.”BI DÎMEN
 
*Jinên Şehbayê yên ku zirarên giran ji dagirkeriya DAIŞ’ê dîtine gotin: "Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber çavên dunyayê ser me dihat sepandin. Mêr hemû girtin an înfaz kirin an jî bi xwe re birin, jiyan û cilên hemû jin û zarokan jî reş kirin."BI DÎMEN