Li Geverê di pêşengiya TJA û jinên HDP'yî de panel hat lidarxistin

  • 18:58 1 Mijdar 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê di çarçoveya Kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma, "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" û bi  tevlibûna Meclisa Jinan a HDP'ê  bi mijara "Tundiya li ser jinê û parastina rewa" panel hat lidarxisitn.  
 
COLEMÊRG - Li Geverê di çarçoveya Kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma, "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" û bi tevlibûna Meclisa Jinan a Partiy Demokratîk a Gelan  (HDP) bi mijara "Tundiya li ser jinê û parastina rewa" panel hat lidarxisitn.  Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay, Hevşaredar Şengul Polat, Hevseroka HDP'ê Sîpan Turan, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan tevli panelê bûn. 
 
Di panelê de Ebru Gunaya axivî  û diyar kir ku ew ê bi parastina rewa xwe biparêzin û wiha berdewam kir: "Me bi jinan re xwe bi rêxistin kir û me hêza jinan derxist holê.  Me di vê mijarê de her mehê mijareke cuda girt dest. Vê me hê jî ji ber ku 25'ê heye me xwest ku em kampanyaya xwe li ser tundiya li jinê û parastina rewa rêve bibin."  
 
Hevşaredara Elbaka Wanê Şengul Polat jî wiha got: "Jin li her derê bi tundiyê re rûbirû dimînin. Li hemû qadên jiyanê li jinan tundî tê kirin. Em ê li dijî vê tundiyê têkoşîna xwe ya birêxistin mezin bikin."
 
Panel bi nirxandin û pêşniyarên ku hatin kirin bi dawî bû.