Şêniyên Kobanê 20 lehengên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 18:23 1 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên Kobanê bi meresîmekê 4 şêhîdên berxwedana rûmetê bi merastimeke girseyî spartin axê û nasnameya 16 têkoşerên azadiyê aşkere kirin.
 
Şêniyên Kobanê bi meresîmeke girseyî 4 şehîdên berxwedana rûmetê şehîd ketine li goristana Şehîd Dîcle Kobanê li gundê Têrmik ê Başurê Kobanê spartin axê.  Her wiha nasnameya 16 lehengên ku di berxwedana rûmetê de şehîd bûne hate eşkerekirin. Meresîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. 
 
Li ser navê Tevgera Jinê ya Kobanê Rewşen Haçim hemû şehîdên berxwedana rûmetê bi bîranîn û wiha got: "Beriya pênc salan tevahî cîhan ji bo berxwedana Kobanê li ser piyan bû. Îro careke din tevahî cîhan ji bo doza kurd li ser piyane, ew jî bi saya şehîd û têkoşîna gelê me ye. Îro careke din dîroka Gelê Kurd ji nû de tê nivîsandin. Her kes dizane ku li vir gelekî berxwedêr heye. Rojane dayikên me parçekî ji kezeba xwe dispêrin axê. Ji bo aşîtî û parastina herêmê me destê xwe dirêjî hemû dewletan kiribû. Lê dewleta tirk aşîtiyê qebûl nake ji ber ku di dîroka wan de tenê çanda dagirkeriyê heye. Heta ku şervan û gelê berxwedêr hebe em ê tu carî serê xwe ji dijmin re netewînin."
 
‘Bi riya êrîşan dixwazin pirojeya netewa  demokratîk tune bikin’
 
Rewşenê wiha dawî li axafitna xwe anî: "Çawa ku beriya salekê li Efrînê hemû pîvanên mirovahiyê hatin binpêkirin û gelê me neçarî koçberiyê kirin, îro jî li Serêkaniyê û Girê Spî dixwazin demografiya herêmê biguherin. Bi sedan sivîlên me qetil kirin, çekên qedexekirî bi kar anîn û cîhan li hember van êrîşan bê deng e. Dewleta tirk bi riya êrîşan dixwaze gelê herêmê û pirojeya netewa demokratîk tune bike. Çareseriya aloziya Sûriyê tenê di navbera QSD’ê û Rêjîma Sûriyê de ye ji bo vê yekê ew dewletên ku tenê ji bo berjiwendiyên xwe hatine wê tu carî nikaribin ji me re çareseriyê deynin, çareserî tenê di nava gelê Sûriyê de pêkane.”
 
'Şehîdên me hêz û îradeya me ne’
 
Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê Enwer Muslim û li ser navê Desteya Kar û barê Civakî ya herêma Firatê Suleyman Geşîş axivîn û wiha gotin: "Em hêz û îradeya xwe ji şehîdên xwe digirin. Em pişta xwe bi tu hêzên derve qewîn nakirin hêza me şervanê me yên li eniya şer in. Em ê bi yekîtiya gelê herêmê li hember dagirkeriyê bi ser bikevin.”
 
Piştî axavtinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên 20 lehengên berxwedana rûmetê radestî malbatên şehîdan kirin.
Cenazeyên her 4 lehengan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” de hatin oxirkirin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro mersîma cenazeyê şehîd Dilovan Gever ya endama Ragihandina YPJ’ê ye û di encama êrîşên balafirên dewleta tirk de dema nûçe dişopond jiyana xwe ji dest da jî hat lidarxistin.