'Em bang li her kesî dikin ku li dijî zîhniyeta zayendparêz têkoşînê bidin'

  • 17:54 1 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - HDP’ê li navçeyên navendî yên Amedê bi daxuyaniyên çapemeniyê rojên Kobanê û Rojava yên Cîhanê pîroz kir û got ku ew bang li her kesî dikin ku li dijî zîhniyeta zayendparêz têkoşînê bidin 
 
Rêxistinên HDP’ê yên Rezan, Sûr û Peyasê yên Amedê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiyên xwe daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyan bûn. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê bide, lê polîsan bi hinceta biryara walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê. Rêveberên HDP’ê û polîsan demekê nîqaş kirin. Lê encam jê derneket û polîsan bi mertalên xwe deriyê avahiya HDP’ê ji çûn û hatinê re girtin. 
 
'Şoreşa jinan ji cîhanê re serkêşiyê dike'
 
Li ser vê yekê HDP’yî li avahiya xwe megafona xwe di şibakê re derxistin û daxuyanî dan. HDP’iyan bi awayê welatiyên li ser Kolanê Ekîncîlerê bibihîzin daxuyanî dan. Hevserokê Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê Selahattîn Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rojava di demek kin de di nava tevlîheviya jeopolotîk a Rojhilata Navîn de cihek bêhempa girtiye û got: “Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan pêk hat serkêşiyê ji dinyayê re dike û bûye tevgerek cîhanî. Her wiha şoreşa Rojava îlhamê dide têkoşîna azadiya jinê ya li Tirkiyê jî.” 
 
Selahattîn da zanîn ku Rojava bûye navenda demokrasiya xweîfadekirina bi awayek azad a gelan û wiha got: “Rojava di warê azadixwaziya jinê de bû mînaka modela demokrasiya cîhanê. Lê îktîdara AKP-MHP’ê nahêle di serî de kurd û hemû gelên li wir bibin xwedî statû. Ji bo vê yekê her cûre tifaqan pêk tîne û hevkariyê bi rêxistinên selefî re dike.” 
 
'Roja Kobanê û ya Rojava pîroz be' 
 
Selahattîn anî ziman ku Tirkiye li şûna êrîşî Rojava dike divê di Meclîsê de li çareseriyê bigere û dixwaze li ser penaberan Rojava bike mijara bazariyê. Selahattîn diyar kir ku di 21’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li dijî zordestiyê di têkoşîna demokrasiyê de berxwedanek meşru birêve dibe û got: “Em bang li her kesê dibêjin edalet, demokrasî û aştiyê dikin ku têkoşîna demokrasiyê mezin bike. Roja Kobanê û Rojava ya Cîhanê li mirovahiyê pîroz be.” 
 
Di dema daxuyanî dihat dayîn de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Welatiyên li ser peyarêyê daxuyanî guhdar kirin  ji aliyê polîsan ve hatin dûrxistin.