TAJÊ bi ji bo 1’ê Mijdarê daxuyanî da

  • 15:53 1 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi boneya salvegera 5'emîn a Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da. Bi daxuyaniya nivîskî berxwedana Kobanî û Rojava hat silavkirin. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî
 
 Di 15'ê Îlona 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi serokatiya Ebubekir Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran ên li Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn li hemberî Kobanê bi kar anîn. Çeteyen DAÎŞ'ê xwest cihên starejik bigire lê şervanên YPG,YPJ'ê berxwedeke bê hempa dabû meşandin. Li dijî êrîşan Kobanî bû kela berxwedanê. Hemû cîhan ji bo berxwedana Kobanê. 1'ê Mijdarê jî bi vê yekê wekî  Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin. 
 
Dewama daxuyaniyê wiha ye:
 
"Em pêncemîn salvegera serketina berxwedana rumetê a Kobanê li QSD, YPG û YPJ’ê, li hemû Hêzên Enternasyonal yên ku cihê xwe di berxwedana Şoreşê de girtin, li tevahî gelên bindest û azadîxwaz û gelê kurdistanî pîroz dikin. Ev çend roj in ku serçeteyê DAIŞ’ ê Ebu Bekir Al Baxdadi bi fîzîkî ji aliyê QSD'ê ve hatiye kuştin. Tevlîbûna bi sedan kesên enternasyonal di berxwedana şoreşê û şehadeta wan ya li ser axa Rojavayê Kurdistanê carek e din nîşan dida ku, Rojhilata Navîn derguşa mirovahî û cîhanê giştî ye û her kesekî azadî û aşîtîxwaz, azadiya xwe di azadiya axa Rojhilata Navîn de dibîne. Di serî de hêza jin,  rihê mirovahî û hevaltiya taybet û li kêleka wê berxwedêrên gelên Kurdistanî, xeta xîyanetkaran û pergala Osmaniya nû şikandin û vala derxistin. Kobanê bi statuyek pir cuda wisa, cihê xwe di dîrokê digirt û vê statuyê bi meşandina konfederalîzma demokratîk diparast. Îro ev ruhê berxwedanê  ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi bangên ji tevahî cîhanê ji bo  azadiya Rojava dubare tê jiyîn.
 
Çawa tevahî cîhan berê digot, her dever Kobanê, her dever berxwedan, îro jî dibêje, her dever Rojava, her dever berxwedan. Wek jinên Êzidi diyar dikin ku gelê me wê bi ruhê Rêvana û Arînan carek  din bi hêza jinê desthilatdariyê têk bibin û li ser kevin. Mafê xwe yê mirovahî bistînin, rastîya dîrokê biherikînin. Weke jinên Êzidî û hemû civaka li Şengalê em şehîdên şoreşa Kobanê bi hurmet bi bîr tînin û berxwedana li Rojava dubare silav dikin. Em soza xwe ya ji bo tevahî gelên bindest û kurdistanî û Şehîdan carek e din nûjîn dikin û soza pêkanîna xeyalên wan didin. Em bang li her deverên cîhanê, li her çar parçeyên kurdistanê û li hemû hêzen sosyalîst û komunîst-sosyalîst dikin, ku xwedî li şoreşa xwe derkevin û nirxên mirovahiyê biparêzen. Divê azadiya Rojava ji azadiya Rojhilata Navîn cuda, ango qut neyê destgirtin. Jiyan li vir dest pê dikir û li vir bi dawî dibe. Şerê cîhanê yê sêyemîn li vir dest pê dike û tenê li vir dikare were sekinandin û bi dawî kirin."