Çalakiya konê li dijî êrîşan hat vedan didome

  • 15:27 1 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya konê ji bo nerazîbûna li dijî êrîşên li ser Rojava li pêşiya Netewên Yekbûyî hatiya vedan didome.
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê re bi hezaran kes ji cih û warên xwe koç bûn û li deverên cuda bi cih bûn. Şêniyên Serêkaniyê yên ku ji  bajarê xwe koç bûn ji 28'ê cotmehê ve, konê nerazîbûnê li pêşiya  navenda Netewên Yekbûyî  ya taxa Siyahî vedane. 
 
Îro navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo bi hemû sazî û dezgehên xwe hatin serdana çalekvanan û berxwedana wan silav kirin.
 
'Werin em bi hev re rûmeta xwe biparêzin'
 
Li ser navê koma yekem ya çalakvanan Asya Hûsên axaftin kir û wiha got: "Bi navê hemû çalakvanan em hemû gelên berxwedêr silav dikin. Çalakiya me çalakiya hebûnê ye. Em îro li ser axa xwe û gelên ku rastî hovîtiyê tên xwedî derdikevin. Faşîzma Erdogan zarokên me di bin keviran de hiştin, gelê me koçber kirin. Ma ji vê mezintir zilim heye? Her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û welatê xwe biparêzin.Werin em bi hev re rûmeta xwe biparêzin."
 
'Erdogan û pilanên wî, wê têk biçin'
 
Li ser navê Meclisa navçeya Tirbespiyê Mûhened  Hebîb axivî û piştevaniya hemû netewên herêmê ji çalekvanan re mayinde kir û wiha got: "Nexşeya gelan ya ku îro bi vîna vî gelî hatiya xweşikirin û hevgirtin wê tu kes nikarîbe destdirêjiyê li ser bike. Gelê me li hember faşîzma tirkiyeyê bê deng nemaye û her li qadên têkoşînê ne. Erdogan dixwaze herêma me bike cihê terorê. Em ê bi ser bikevin û Erdogan û pilanê wî ew ê têk biçin."  
 
Piştî pêşwazîkirina mêvana, koma duyemîn çalakî dewir girt. Li ser navê koma duyemîn axaftin hat kirin.
 
'Serêkaniyê kilîta çareserî û berxwedanê  ye'
 
Endama çalakiya koma duyemîn Hemrîn Xelef wiha got: "Hevalên me ev 5 roj in di nava çalakiyê de ne. Em ê jî dewam bikin.  Heya ku çareseriyeke siyasî ji me re were dîtin û em vegerin cihê xwe û çeteyên hovana ji bajarê me derkevin. Kilîta berxwedanê ji Serêkaniyê dest pê kir û wê kilîta çareseriyê  di Serêkaniyê de be."
 
Çalakvan bi girseyî derbasî konê çalekiyê bûn û wê ev kom jî 5 rojan di nava çalakiyê de bin.