Women Defend Rojava daxuyaniyek ji bo 2'yê Mijdarê da

  • 15:11 1 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Women Defend Rojava têkîldarî 2'yê Mijdarê Roja Xwedîderketina li Rojava ya Cîhanê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
 
Women Defend Rojava a Komîteya Kampanyaya Rojava ya Jinê têkîldarî 2'yê Mijdarê Roja Xwedîderketina li Rojava ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî par vekir û da zanîn ku ew hemû jin û mirovên civakên cuda, bi dil û tevgerên xwe li berxwedana li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava dibin yek.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi boneya 2'yê Mijdarê Roja Xwedîderketina li Rojava ya Cîhanê em silavên xwe yên herî germ ji dil ya berxwedana li Rojava dişînin. Ji destpêka êrîşa Tirkiyeyê ve tekoşîna me ya hevbeş a parastina Rojava û destkeftiyên şoreşa jinê li gelek eniyan û li hemû deverên cîhanê bi rengekî bêhempa berdewam e. Em hezkirina xwe ya kûr û rêzdar ji hemû xwişk û hevalên xwe yên ku li eniyên şer di nav refên YPJ-YPG'ê û QSD'ê de ne radigihînin. Em hemû jin û mirovên civakên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin; li hemî deverên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li Asya, Afrîka, Ewropa, Avusturalya, Amerîkaya Latîn û Amerîkaya Bakur ku bi dil û tevgerên xwe li berxwedana li dijî êrişên faşîst ên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, xwedî derdikevin.
 
'Careke din, me dît ku em li dijî dijminekî hevpar têkoşînek hevbeş dikin'
 
Bi peyamên ku me ji we wergirt, em jî di derheqê têkoşînên cuda de ku jin û mirovên bindest li her deverên cîhanê pêşeng in li dijî dagirkerî, zordarî, faşîzm, dîktatorî û qirkirina jinê dide meşandin de pêşde diçin. Di van 24 rojên dawî de me ji hevdu re îlham û hêza xwe werdigirt ku em wekî bingehek serketina xwe ya hevpar dibînin. Careke din, me dît ku em li dijî dijminekî hevpar têkoşînek hevbeş dikin. Pergala kapîtalîst ya baviksalarî  hewl dide ku her alternatîfek civakî, polîtîk û aborî ku li ser bingeha nirxên mirovî yên komunal, çanda jinan, dad û têgihiştina ekolojîk a jiyanê têk bibe.  Ya ku em li Rojava diparêzin ev e û ya ku me û têkoşînên xwe bi hev ve girê dide ev e.
 
'Daxwaza me bi avayekî lezgîn êrîşa qirkirina gelan û qirkirina jinan raweste'
 
Li hemberî êrîşkarî û dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî jiyana me, civak û axa me, li dijî vîn û azadiya jinê, me daxuyaniya jinan bi bangawaziya ‘‘Dagirkeriya Tirkiyeyê Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bisekînîne-Bilez!‘‘ dest pê kir. 1930 parastvan, akademîsyen, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û çalakvanên tevgerên cuda yên civakî yên ji her deverê û her wiha 303 rêxistinên jinan, tevger û toran danezanê îmze kirin. Bi vî rengî, em dikarin dengê jinan bilind bikin û kiryarên jinên afirîner ên cîhanê li hev bikin. Armanca me ev e ku em ji civata navneteweyî daxwaz dikin ku bi awayekî lezgîn gav bavêjin da ku êrîşên qirkirina gelan û qirkirina jinan ên Tirkiyeyê rawestîne.
 
'Şerê tirkiyeyê şerekî li dijî vîna azad û hêza rêxistinkirî ya jinan e'
 
Her çend êrişa Tirkiyeyê bi berfirehî ji hêla raya giştî ve hat şermezarkirin û hêzên cihêreng danûstandina wek "agirbest" bi Tirkiyê re kir jî, şerên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Carek din di van rojan de me tecrube kir ku dagirkirina axê her tim destdirêjî û şîdeta zayendî wek amurek şer bi kar tîne. Îşkence û înfazkirina hevalê me û pêşengê şoreşa jinê Hevrîn Xelef; cînayet û destdirêjiya cinsî ya bedena şervana YPJ'ê Amara Renas; di revandina sivîl û birîndarên şervanên YPJ'ê di heman demê de bi gefa destdirêjî û serjekirinê; çend mînak in ku bi eşkere nîşan didin ku şerê Tirkiyê şerekî dijî vîna azad û hêza rêxistinkirî ya jinan e. Wêrankirin û dagirkerî bi destê dewleta tirk berdewam e, hîn metirsîyên jenosîd û qirkirina jinan berdewam in.
 
'Ji bo parastina şoreşa jinê, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li Rojava bidomînin û bi hêztir bikin'
 
Hemû îmzeyên ku hat komkirin radestî muxataban hat kirin. Bi vî awayî  careke din bang û daxwaz dikin ku; pêşî li tawanên dijî mirovahiyê bê girtin. Bi lez qada hewayê li Bakur û Rojhilata Sûriye ji bo hêzên hewayî yên Tirkiyê re be girtin  û dagirkeriya dewleta Tirkiye hemû hezên xwe ya êrîşkar be şerd ji erdê Surî vekşîne. Zêdetir beşdariya nûnerên jin û mirovan ji hemû pêkhateyên cuda yên neteweyî, çandî û olî li Sûrî ne ku divê di pêvajoyê de ji bo çareseriyek siyasî ji bo aşitiyê, mafên jinan û demokrasî li Sûriyê were misoger kirin. Em neçar in ku pêşiya hesabên qirêj û lîstikên hêzên mêtînger bigirin. 
 
Ji bo ku em bigihîjin vê armanca xwe û ji bo parastina şoreşa jinê, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li Rojava bidomînin û bi hêztir bikin, wekî beşek ji têkoşînên me yên cîhanê li dijî faşîzm û baviksalarîyê. Piştî rojek ji roja Kobanê ya Cîhanê, îro em beşdarî hêzên ji bo Berxwedana Serdemê ya ji bo Rojava ne. Berî pênc salan, me dorpêça faşîzma DAİŞ'ê ya li Kobanê bi piştgiriya navneteweyî şikand û me serketineke ku kes bawer nedikir bi dest xist. Îro jî bi berxwedana xwe ya yekgirtî em ê karibin faşîzma Erdogan têk bibin û careke din xwe bigihînin wê serketinê. 
 
Ji ber vê yekê, em bang li jin û mirovên azadîxwaz dikin ku hêzên xwe bikin yek û li dijî faşîzmê têkoşînê xurt bikin  li her deverê! Rojava biparêzin û şoreşa jinê belav bikin - li her deverê!"