Şêniyên Kobanê ji bo Roja Cîhanê ya Kobanê daketin qadan

  • 14:25 1 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê û bi armanca piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk  meşeke li dar xistin.
 
Bi sedan şêniyên Kobanê, sazî û dazgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî û rêxistina Kongreya Star bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û di heman demê de bi armanca piştgiryê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) meşek li dar xistin. Meşvanan alên QSD’ê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Bi helwestên xwe re dilsoz bin, paytexta cîhanê Kobanê di roja xwe ya cîhanê de li ber tunebûnê ye", "Bi rihê 1’ê Mijdarê Kobanê ya Cîhanê, em ê dirûşma berxwedanê bilind bikin û dîktetoriyê hilweşînin", "Em hemû QSD’ê ne, parêzvanên welatê xwe ne, li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne" hilgirtin.
 
'Kobanêya ku DAIŞ'ê têk bir, îro di bin metirsiyê de ye'
 
Meşa ku ji qada jina azad a Kobanê dest pê kir li qada Ş. Egîd veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Enwer Muslim axivî û wiha got: "Piştî pênc salan ji rizgar kirina Kobanê careke din dagirkeriya tirk dixwaze êrîşî sembola Berxwedanê bike. Lê gelê cîhanê, yên welatparêz û yên xwedî nirx û berxwedanê tucarî wê serê xwe ji dijimin re  netewînin û koletiyê qebûl nekin. Pêwiste civaka navneteweyî helwestên tund li hember hikumeta AKP’ê nîşan bidr. Ji ber ku hikumeta AKP’ê dixweze xewn û xeyalên Osmaniyan pêk bîne. Her wiha hikumeta Şamê di serî de berpirsyare ku ji bo pirojeya çareserî û  destura pêşerojê aşkere bike. Li ser navê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê em ji tevahî cîhanê re dibêjin ev devera ku DAIŞ têk bir îro di bin metirsiya dagirkeriya dewleta tirk de ye. Ji bo wê jî pêwiste dostên me yên li tevahî cîhanê careke din dengê xwe li hember gefên tirkan bilind bikin."
 
'Li ser axa Kobanê me Jinên leheng dîtin'
 
Her wiha li ser navê Tevgera Jin a Herêma Firatê Kilara Kobanê hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Li rojavayê Kurdistanê vejîna nû, civaka nû û ya demokratîk dihate afirandin ji ber vê yekê êrîş dikin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin serçeteyê DAIŞ’ê Erdogan got Kobanê ket û li ber ketinê ye. Bi riya ketina Kobanê Erdogan dixwest xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Li ser vê axê li Kobanêya berxwedêr jinên mîna Rêvan û Arînan bê ku çavên xwe bigirin bi lehengî êrîşî dijmin kirin û serketina Kobanê bu ya hemû cîhanê. Şoreşa bi pêşengtiya jinê, şoreşa wekheviya gelan û şoreşa netewa demokratîk wê li vê herêmê bi ser bikeve."
 
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî berxwedan rûmetê", "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.