Artêşa Tirk li gundê Siwêtiyê welatiyek qetil kir
- 13:35 1 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Duh êvarî Artêşa dewleta tirk êrîşî gundê Siwêtiyê yê ser rêya Til Temir û Serêkaniyê kir, di êrîşê de welatiyê bi navê Ebdulezîz Salih hat qetilkirin.
Li gundê Siwêtiyê yê navbera bajaroka Til Temir û navçeya Serêkaniyê duh êvarî Artêşa Tirk êrîş kir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Ebdulezîz Salih ê 45 salî jiyana xwe ji dest da.