Dayik û pitika xwe Avşîn serbest hatin berdan

  • 13:27 1 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Avşîn’a ku ji zayînê de bi nexweşiya hemanjiom e, ji ber cezayê ku li  dayika wê Hulya  Usanmaz hatiye birin ev nêzî 11 mehan e di girtîgehêde bun, û piştî 11 mehan serbest hatin berdan.
 
Li Dayika pitika bi navê Avşînê  Hulya Usanmaz 6 sal û 7 mehan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Avşîna nexweş jî bi dayika xwe re ji meha 12’an a sala borî de di Girtîgeha Tîpa T ya Amed’ê de diman û doh serbest hatin berdan.
 
Ji ber ku Avşîn’a biçuk nehatiye dermankirin, nexweşiya wê avêtiye heta qirika wê. Piştî ku serbest hatiye berdan wê ji nû ve were dermankirin.
 
Piştî serlêdana serbest berdanê ji aliyê parêzerê Hulyayê ve hat kirin, dayik û pitika xwe doh êvarî ji girtîgaha ku têde diman Azad bûn.