Ew ê li 7 navendên Başûr û Rojava çalakî bên lidarxistin
- 12:41 1 Mijdar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 7 navendên Başûrê Kurdistanê, bi biboneya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Rojava, wê sibe meş û xwepêşdan werin lidarxistin. Komîteyên amadekar banga tevlîbûnê li xelkê herêmê kir.
Li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya plansaziyên 2’yê Mijdarê ku wekî Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Rojava hatiye îlankirin de, wê sibe (2 Mijdar) li gelek deveran xwepêşandan werin lidarxistin.
Xwepêşandanên ku ji aliyê bereyên piştevaniya Rojava, partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan, rewşenbîr û kesayetên tên nasîn ve tên organîzekirin, wê li 7 navendan bên lidarxistin.
Navendên ku dê xwepêşandan werin lidarxistin, cih û saetên wan wiha ne:
Silêmanî
Cîh: Ji Kolana Salim (Saholeke) heta ber Baxê Giştî
Saet: 15.00
Kelar
Cîh: Ji ber Parka Leyla Qasim heta Bazarê
Saet: 16.00
Çemçemal
Cîh: Ji ber Parka 8 Adar heta ber Pirtûkxaneya Giştî
Saet: 15.00
Teqteq
Cîh: Pêşiya Baxê Giştî
Saet: 15.00
Derbendîxan
Cîh: Pêşiya Qehwexaneya Kulturî
Saet: 14.00
Ranya
Cîh: Ber Baxê Giştî
Saet: 15.00
Kifyerî
Cîh: Navenda Bazarê
Saet: 15.30