Pervîn Buldan:Tu fêdeya vê operasyonê tune ye zarara wê heye

  • 09:18 1 Mijdar 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku di êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tu fêdeya vê operasyonê ji bo Tirkiyeyê tune ye û got: “Li şûna mutabakata bi Rûsyayê re îmze kiriye, ger ku mutabakata Dolmabahçeyê ya 2015’an de hat xwendin bihata qebûlkirin îro wê ev tişt nehatibana jiyîn. Ji bo Tirkiye ji vê aloziya Rojhilata Navîn derkeve divê ewil hêzên xwe ji wir derxîne û gelên Sûriyeyê dikarin der barê jiyana xwe de biryara xwe bidin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tayînkirina qeyûman û nexşerêya ji vir şûnde ji JIN NEWS’ê re nirxandin.
 
*Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Hun vê operasyonê çawa dinirxînin? 
 
9’ê cotmehê dîrokek girîng e. Dîroka anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê ye. Tercîhkirina vê dîrokê bi taybet hatiye diyarkirin. Li dijî Sûriyeyê destpêkirina operasyonê bi tena serê xwe şaş e. Em tenê behsa operasyona li hember Rojava nakin. Berê jî operasyon û mudaxale li hember destkeftiyên gelan hatin kirin. Hewldana ku wir bê mirov bihêlin û mirovan bidin koçberkirin hat kirin. Me her tim got ku ev hewldan şaş e. Ne tenê em hemû welatên cîhanê îfade dikin ku ev şaş e û divê demildest dest jê bê berdan. 
 
Texrîbata ji ber şer, di serî de krîza aborî bi her awayî bandor li Tirkiyeyê dike. Li dijî van gelên Tirkiyeyê dem bi dem bertek nîşan bidin jî  têrê nake. Di serî de krîza aborî, krîza civakî û siyasî zirarek mezin dide Tirkiyeyê. Me her tim ev got; Li şûna hun bikevin Sûriyeyê û operasyonê bikin, hewcedarî bi diyaloga bi kurdan re û rê û rêbazên ku muzakereyê esas digire heye. Lê Tirkiyeyê tu car ev qebûl nekir. Tercîha wan her tim tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd bû.
 
*Di vê pêvajoyê de ji rayagiştî ya cîhanê bertekên cidî hatin. Bi Gelê Kurd re peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Di serî de welatên Ewropa û hemû welatên cîhanê li gel Kurdan cih girtIN. Ev gelek girînge. Di vê pêvajoyê de derketina holê ya yekitiya kurdan jî gelek girîng e. Dema em vê pêvajoyê bixwînin divê em carek din li destkeftiyan binêrin. Ji 9’ê cotmehê heta niha bedel hatin dayîn. Belê tu destkeftî beyî bedel nabe. 
 
* Destkeftiya Tirkiyeyê ya di vê operasyonê de çi bû?
 
Niha tu destkeftiya Tirkiyeyê tune ye. Bi rastî me ev nirxand. Me got ‘gelo destkeftiya Tirkiyeyê di vir de çi ye’.Qezenc tune ye, windakirin heye. Ev windabûn jî bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. Gotinên AKP’ê yên wekê ‘em bi ser ketin’ di esasê de ji bo têkçûna xwe veşêrin tên kirin. Di dîroka komarê de hemû serhildanên Kurd înkar kir, windakirin. AKP jî vê dijî. AKP’ê jî polîtîka paşerojê berdewam kir. Ji ber vê Tirkiyeyê di mijara Sûriyeyê de tiştek qezenc nekiriye.
 
* Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li hinek deveran bombeya fosfora spî hatiye bikaranîn. Ligel vê Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê endamên SMO ve bi îşkeceyê hat qetilkirin.We wek HDP’ê bang li hiqûqa navneteweyî kiribû. Hun der barê vê de çi dibêjin?
 
Di vê pêvajoyê de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Der barê sûcên şer de belge di destê me de hene. Me dem bi dem bi rayagiştî re parve kirin. Qetilkirina Hevrîn Xelef bi tena serê xwe nîşan dide ku sûcê şer hatiye kirin. Li cihekî ku şoreşa jinê pêk hatiye, qetilkirina siyastmedarek jin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê teqez ceza bê dayîn. Em hewldana xwe ya der barê îfşakirina karneya AKP’ê de berdewam dikin. Dem bi dem hevalên me yên lijneyê dem bi dem jî hevalên di dîplomasiyê de tînin ziman. Di vê mijarê de sûcên ku Tirkiyeyê kirine aşkera ne.
 
*We jî behsa şoreşa jinan a Rojava kir. Hun dikarin bêjin ku di vê operasyonê de îradeya jinê hedef hatiye girtin?
 
Belê. Li Rojava şoreşek jinê hat jiyîn. Dema ew şoreş pêk hat jî gelek jinan jiyana xwe ji dest da. Bedelên mezin hatin dayîn. Herî dawî jî Hevrîn Xelef ev bedel da. Di şexsê wê de têkoşîna jinê ya mezin a li Rojava li cîhanê hat nasîn. Em wek HDP jî li cihekî ku têkoşîna jinên li Rojava didin, dinêrin. Bi operasyona Tirkiyeyê tenê şoreşa jinan a li Sûriyeyê hedef nayê girtin. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember jinan jî zelal e. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin û kujer nayên cezakirin. 
 
*OSO yanî bi navê din Artêşa 'Neteweyî ya Sûriyeyê' bi talan, tecawiz û revandinê di rojevê de ye. Hun der barê sûcên van rêxistinên ku di bin ewlehiyê Tirkiyeyê de pêk tê çi dibêjin?
 
Tiştên li Efrînê hatin kirin, li holê ne. Efrîn vala kirin. Her cureyê sûcê giran kirin. Niha dixwazin li Rojava jî wisa bikin; Dixwazin Rojava bê mirov bihêlin, çeteyan li wir bi cih bikin, piştgiriyê bidin çeteyan. Di vê pêvajoyê de jî heman hewldan hatin dîtin. Der barê ku Tirkiye van xwedî dike, tiştek heye. Divê Tirkiye nebûna hevkarê wan. Me dît ku Tirkiyeyê DAIŞ çawa xwedî kir û çawa parast. Komkujiyên ku hatin jiyîn hene. Komkujiya Pirsûs û Enqereyê li holê ye. Di vê mijarê de karneya Tirkiyeyê qels e. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de welatên cîhanê her cureyê qirêjiya DAIŞ’ê dewrê Tirkiyeyê kirin û hewl dan xwe paqij derxînin. 
 
‘Ger mutabakata Dolmabahçeyê pêk bihata wê îro ev tişt nehatibana jiyîn’
 
Xwezî Tirkiyeyê ji derveyê polîtîkayên ku heta niha meşandiye, polîtîkayek cuda bişopanda. Li şûna mutabakata ji 10 xalî pêk tê ya bi Rûsyayê re îmze kiriye, divê mutabakata Dolmabahçeyê ya di 2015’an de hat xwendin qebûl bikira û ew mutabakat bikira jiyanê. Ger wisa bikira wê îro ev tişt nehatibana jiyîn. Lê ev mutabakat pêk nehat. Îro hatin nokteyek cuda. Mutabakata Dolmabahçeyê gelek girîng bû. Divê Tirkiye hêzên xwe yên ji wir bikşîne. Ancax bi vî awayî dikare ji vê karasetê derkeve. 
 
Divê tecrîd demildest rabe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan hîna didome. Di dema grevên birçîbûnê de çûyîn û hatin çêbûn. Piştî hilbijartin qedyan tecrîdê dîsa dest pê kir. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê pêk tê. Mafên herî rewa yên demokratîk yên gelan tên binpêkirin. Ev darbeyeke li demokrasiyê ye.
 
*Demek dirêjde mijara yekitiya neteweyî di rojeva HDP’ê de ye. Îro girîngiyek çawa ya yekitiya netewî heye?
 
Di mijara Sûryeyê de ji her çar paçeyên Kurdistanê ku kurd lê dijîn bertek hatin nîşandan. Ev girîng bû. Yekitiya kurdan bi pêvajoyên ku kurd zirarê dibînin, mexdur dibin de dertê holê. Di pêvajoya Efrînê de ev yekitî kêm be jî derket holê. Lê di mijara Rojava de zêdetir derket holê. Daxuyaniyên Barzanî dan  girîng bûn. Me di 31’ê Adarê de bi partiyên Kurdistanî re tifaq kiribû. Yên derveyê tifaqê mabûn jî hebûn. Lê di mijara Rojava de me dît ku ew jî aciz dibin. Di vê pêvajoyê de divê ji bo yekitiya neteweyî gav bên avêtin. 
 
*Di alî aborî de operasyonê bandorek çawa li Tirkiyeyê kir. Hun dixwazin der barê vê de çi bêjin?
 
Ji serî de ye em dibînin ku AKP ji bo şer bi mîlyaran pere vediqetîne. Di hevdîtina butçeyê ya meha Kanûnê de wê îhtîmalek mezin heman tiştî bişopîne. Ew pereyê ji bo şer tê veqetandin, dikare her cureyê pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê çarser bike. Hewcedariya gel bi şer û çekan tune ye. Bi razameniyê bi kar heye, bi xwarinê heye. Şer bandorek giran li ser gelên Tirkiyeyê dike. Mirov hatine asta îflasê. Nikarin nan bibin mala xwe. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
Em ji bo gelên Tirkiyeyê temsîl bikin li Meclîsê ne. Yekane partiya ku demokratîkbûn û aştiya li Tirkiyeyê diparêze HDP ye. Îmzeyên ji bo tezkereyan tên avêtin, destên ji bo şer tên rakirin, tê wateya ku ‘bila şer çêbe, pevçûn pêk bê û mirov jiyana xwe ji dest bidin e’. îro yekane partiya ji tezkereiyê re gotiye ‘na’ HDP ye. Em demokrasiyê diparêzin. Em ji bo aştî û azadiyê têdikoşin.
 
*Tayînakirina qeyûman didome. Wek partî di dema nû de nexşerêya we çiye?
 
Bêguman em qeyûman qebûl nakin. Hîna 4-5 meh di ser hilbijartinê re derbas nebûne, qeyûm tayînê 13 şaredariyên me hatin kirin. Nêzîkatiya li hember kurdan li holê ye. Gel bertekên mezin nîşan dide. Em qeyûman qebûl nakin. Wek HDP ji bo em xwedî li gelê xwe derkevin, bernameyên me hebûn. Didomin. Em di civîna MYK’ê de axivîn. Me der barê mexduriyet û binpêkirina mafan de bername danî pêş xwe. Lê ez vê bêjim, divê bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî li dijî vê zîhniyetê bin. Ji bo bertekên xwe daynin holê wê gelek parlamenterên me biçin Stenbolê. Kongreya me li Stenbolê heye. Me bernameya sê rojî danî ber xwe. Em ê hefteyên piştî vê jî binirxînin û bernameyan çêbikin.
 
*Der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê hun çi dibêjin?
 
Bêguman bi wesaîleya vê rojê çalakî û bernameyên me hene û em ê pêk bînin. Di nokteya nêzîkatiya li hember jinan de polîtîka HDP’ê zelal e. Ji ber ku HDP di heman demê de partiyek jinan e. Pergala wê ya hevserokatiyê heye. Ji ber vê jî ez dikarim bêjm ku em ketine demeke ku divê jin zêdetir têbikoşin. Jin wê ji vir şûnde zêdetir ligel hev bin û yek bin.