
Kongreya Star: 2'yê mijdarê de dengê çar aliyên cihanê bi Rojava re bibe yek
- 08:26 31 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava girêdayî 2'yê Mijdarê Roja Parastina Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava girêdayî 2'yê Roja Parastina Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û dan zanîn ew wek Kongreya Star wateya vê rojê gelek pîroz dibînin û xwedî derketina vê roje di asta berxwedanê de digirin dest.
Daxuyanî wiha ye:
"2'yê meha Mijdarê di giştî Cîhanê de wek roja parastina Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin û hatiye diyarkirin. Diyarkirin û pîrozkirina vê rojê em gelek pîroz û manedar digirin dest. Di pêvajoya dagirkerîya Tirkiyê û çeteyên wê de gelek helwestên hêja ji aliye giştî hêzên navnetewî û demokratik ên cihanê ve derkete holê. Em van helwestên cihanî hêja û pîroz dibînin. Tam jî van rojên ku Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê giştî ketiye nava dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de, pîrozkirina 2'yê Mijdarê ji bo giştî cihanê û gelên heremê mîsyoneke girîng hildigire û hêviya bidestxistina mafê jiyana civakbûyînê dide avakirin. Pêwîst e rol û misyona vê rojê di nava şert û zirûfên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de baş bidin îfadekirin û li hemberî hovîtî û sûcên şer ên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi xwedî derketineke xurt ve maneya vê rojê ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin.
'Em 2'yê mijdarê li hemû mirovatiyê pîroz dikin'
Em jî li gor bingeh, rol û misyona vê rojê; Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet gelên Rojava pîrozkirina 2'yê meha Mijdarê esas digirin û vê rojê li hemû mirovatiyê pîroz dikin. Ev roj, di heman demê de ji bo hemû gelên bindest û taybet jibo gelên ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne, wateyeke dîrokî dide diyarkirin. Ji 9'ê Cotmehê ve êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser gelê Rojava û pêkhateyên wê bi awayekî dijwar didome û di asta qirkirin û tunekirinê de şerê giran li ser Gelê Kurd pêk tînin. Qetilkirina sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef, îşkenceya li ser bedena şervana YPJ'ê Amara Rênas û dîl girtina şervana YPJ'ê Çiçek Kobanê û bikaranîna çekên fosfor ên kimyewî wahşet û barbariya şerê li ser Rojava piştrast dike û di heman demê de şerê îmha û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê radixe ber çavan. Li hemberî van sûcên şer û zihniyeta dagirkeriyê, giringiya wateya vê rojê bersiva herî mezin û menedariya mirovatiyê îfade dike.
'Hemû jinên cîhanê gelek çalakî li dar xistin û piştgirî dan parastina Rojava'
Ji aliyê jinên cihanê ve ji roja destpêkê heta niha li hemû deverên cihanê bi her şêwazên çalakiyan ve êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê pirotesto kirine û piştgiriyên xwe ji bo jinên herêma Rojavayê Kurdistanê dane diyarkirin. Hemû jinên cihanê di bin şiyara "jin Rojava diparêzin" de gelek çalakiyan li dar xistine û bi her cure rêbazên çalakiyan ve piştgiriya xwe ji bo parastina Rojava dane diyarkirin. Em ji bo hewildan, ked û piştgiriya jinên cîhanê sipasiyên xwe rê dikin û helwestên wan ên pîroz silav dikin. Dîsa ji cih û mekanên şoreşa jinan jinên şoreşger, têkoşînvan û xwedî helwest in silavên berxwedan û azadiyê dişînin. Di heman demê de em hêvî dikin ku çalakiyên bi wate û giranbuha ên li hemû parzemînên cihanê de têne lidarxistin bidome û nirxên şoreşa jinên Rojava bê parastin û piştevaniya azadî û têkoşîna jinan bê berdewamkirin. Ji ber, rojava cihê şoreşa jinê ye; nirx û destkeftiyên şoreşa jinên Rojava di heman demê de nirx û destkeftiyên şoreşa hemû jinên cihanê nirx û destkeftiyên şoreşa jinên cihanê jî yên Rojava îfade dike. Jibo wê jî em bang hemû jinên cihanê dikin da ku roja "parastina Rojava" xwedî derbikevin û di vê rojê de deng, reng û piştgiriya xwe li hemû cihanê belav bikin.
'Xwedîderketina vê rojê di asta berxwedanê de digrin dest'
Li ser van esasan em wek Kongra Star wateya vê rojê gelek pîroz dibînin û xwedî derketina vê rojê di asta berxwedanê de digirin dest. Pêwîst e, di nava van kêliyên şer û dagirkeriyê de bi hezaran mirov li vê rojê xwedî derbikevin û tevlîbûna xwe di asta serhildanê de bidin diyarkirin. Pêşengên civaka berxwedêr ciwan in. Em bang hemû ciwanên cihanê taybet jî bang ciwanên Rojava dikin da ku li vê rojê xwedî derbikevin. Bi deng û rengên ciwanên Rojava ve heybeta roja "parastina Rojava" bêhtir diyar bibe. Em tevlîbûna ciwanan esas digirin ji ber tevlîbûna wan wê çalakiyê geştir û mezintir bike û bigîhîne asta serhildanê.
'Ev roj dê li çar aliyên cîhanê were pîroz kirin'
Dîsa em wek Kongreya Star bang hêzên demokratik û navnetewî dikin ku ji bo piştgiriya xwe ji vê rojê re bidin diyarkirin û pêşîya şerê qirkirin û dagirkeriyê bigirin. Li çar aliyên cihanê wê ev roj bê pîrozkirin û piştgiriya vê rojê li hemû deveran bên diyarkirin. Bangewaziyê ji hemû aligirên azadî, demokrasi û mirovahiyê re dikin da ku di vê rojê de em hêza xwe bikin yek û li hemberî qirkirin, talankirin û dagirkirina dij mirovatiyê bisekinin û van pilanên qirêj bi hev re rawestînin. Em bi hêvî ne ku 2'yê mijdarê de dengê çar aliyên cihanê bi Rojava re bibe yek û helwesta xwe bidin diyarkirin. Ji hemû gelên bindest û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî bibin piştevan. Di heman deme de hêza mirovatiya ku vê rojê diyar kirine û wek "roja parastina Roava" dane diyarkirin em sipas dikin û li vê rojê xwedî derdikevin.
'Di 2'yê Mijdarê de bi hezaran însan tevlîbûna xwe diyar bikin'
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berxwedaneke bê hempa dan meşandin û bi sedan şehîd dan. Ji bo ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ'ê têk bibin şev û roj li ser piyan bûn. Ev berxwedanî û parastina civakê ji aliye gelên Rojava ve hîn jî berdewam dike. Bangewaziya me ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê taybet jî ji gelên Rojava ew e ku ji bo roja 2'yê Mijdarê bi hezaran însan tevlîbûna xwe diyar bikin û em roja "parastina Rojava" bi hêza azadî û berxwedanê ve bihejînin. Em wek Kongreya Star careke din bang hemû gelên berxwedêr dikin û dibêjin vê rojê xwedî dervikevin. Dîsa em bangewaziya xwe ji bo hemû hêzên demokratik û navnetewî yên li çar aliyên cihanê dikin daku piştgiriyê bidin roja "parastina Rojava" û bi hev re zilm û zoriya desthilatdar û dagirkeran rawestînin û ji holê rabikin. Jibo tevlîbûna vê rojê em bang hemû jin, zarok, kal û ciwan û giştî beşên civakê dikin. Ji bo li mafê azadiya xwe xwedî derbikevin pêwîst e em bi hev re rabin ser piyan û van rojên man û nemanê de pêwîst e em hêza xwe bikin yek."