Hesabê Xwişkên Mîrabel û Hevrînan bi berxwedanê tê pirsîn

  • 09:28 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
Nûdem Têkoşer-Rojda Seyitxan
 
DÊRIK - Endama Meclîsa Rêveber a Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Semîra El Ezîz, diyar kir ku wê di 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Ji bo Rojava ya Cîhanê û 25’ê Mijdarê de, bi berxwedanê hesabên Xwişkên Mîrabel û Hevrînan bipirsin.
 
2’yê Mijdarê Roja Berxwedana Ji bo Rojava ya Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a Cîhanê, li Sûriyeyê bi berxwedanê tê pêşwazîkirin. Endama Meclîsa Rêveber a Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Semîra El Ezîz 25’ê Mijdarê û 2’ê Mijdarê ji ajansa me re nirxand.
 
Semîrayê destnîşan kir ku bi salane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pergalek demokratîk bê avakirin têkoşîn dane û got Tirkiye astengiya herî mezin a li pêş vê pergala jiyana azad û demokratîk e. Semîrayê wiha got: “Piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûryeyê gel di aramiyê de jiyane û tu pisgirêka wan ya ewlehiyê tunebû. Plana Tirkiyeyê ya herêma ewle, gel dike xetereya mezin. Ji bo em axa xwe bînin herêma ewle me bi hezaran şehîd dan. Ji 9’ê cotmehê heta niha Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike û êrîşî axa me dike. Li ber çavê hemû cîhanê şer tê meşandin. Herî zêde jî jin bedelên giran didin.”
 
‘Divê her kes di 2’ê Mijdarê de rabe ser piyan’
 
Semîrayê ev tişt anî ziman: “Li Efrînê her kesî rastiya Tirkiyeyê dît. Ji bo li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tişt neyên jiyîn her kes rabû ser piyan. Divê gelên Tirkiyeyê jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi awayekî xurt rabin ser piyan. Divê li Sûriyeyê jî yekitiya gelan pêk bê. Partiya Pêşeroja Sûriyeê jî ji bo yekitiya gelên Sûriyeyê hat avakirin. Em ji bo yekitiya gelê Sûriyeyê xebatan dimeşînin. Ji bo Sûriye neyê dagirkirin yekitiya gelan şert e.”
 
‘Wê zîhniyeta dijminê jinê li ser vê axê winda bike’
 
Semîreyê da zanîn ku di şexsê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi plankirî hat qetilkirin de, li dijî têkoşîna jinan şer hatiye destpêkirin û got: “Em di sedsala 21’ê de ne. Em ne di hevdema tarî de ne. Ji bo li her qadê newekheviya jin û mêr ji holê rabe em xebatan dimeşînin. Wê zîhniyeta dijminê jinê li ser vê axê winda bike. 25’ê Mijdarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek girînge. Em ê di 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Ji bo Rojava a Cîhanê û 25’ê Mijdarê de, bi berxwedanê, hesabên Xwişkên Mîrabel û Hevrînan bipirsin.”