Rojnameger Meltem Oktay: Ji ber nivîsandina rastiyan ez kêfxweş im

  • 09:24 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Meltem Oktay ku ji girtîgehê derket diyar kir ku li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran, tespîta ku azadiya fikr û raman û azadiyê tune ye.
 
Rojnamegera ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Meltem Oktay di pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de bi îdiya propaganda rêxistinê kiriye 4 sal ceza lê hatibû birîn û piştî hat erêkirin di 2017’an de cara duyemîn hat girtin û di 25’ê Cotmehê de hat berdan. Meltem ku 2 salan di girtîgehê de ma balkişand ser pisgirêkên li girtîgeha Jinan a Gebzeyê tên jiyîn.
 
‘Lêgerîna tazî hat ferzkirin’
 
Meltemê diyar kir ku ewil ew birine girtîgeha Edîrneyê û wiha got: “Li wir ji ber koxuşa siyasî tunebû lêgerîna tazî ferz kirin. Min qebûl nekir. Koxuşa zarokan vala kirin û 9 rojan ez li wir hiştim. Piştre min sewqî Gezbeyê kirin. Li wir koxuşên serbixwe ferz dikirin. Lê min qebûl nekir.”
 
‘Di koxuşa 10 kesî de em 13 kes diman’
 
Meltemê wiha got: “Dema OHAL tunebû jî her tişt dihat astengkirin. Di koxuşên 10 kesî de em 13 kes diman. Name dihatin astengkirin. Rojname dihatin astengkirin. Li gorî pêvajoya siyasî rewş diguherî. Carna nerm dibûn carna jî tûnd. Bi taybet dema grevan û pêvajoya Efrînê de pêkanînên giran bûn. Rojnameya Yenî Yaşamê nedidan me. Di pêvajoya greva birçîbûnê de gelek astengî hatin jiyîn. Me nikaribû dengê xwe bidin bihistin. Binpêkirina mafan dihat jiyîn. Em nikaribûn bi malbatan re biaxivin. Rewşa kesên di grevê de giran bû. Min xwest bi hevkariya malbata xwe ji ajansê re ragihînim. Lê telefon birîn û em nikaribûn bigerin. Nameyên me bi hinceta bi gumanin nedişandin.”
 
‘Wek rewşek normal bû nêz dibûn’
 
Meltemê bi lêv kir ku piştî grevan, sewqkirina ji bo nexweşxaneyan hat kirin û got: “Grevê6 mehan berdewam kir. Vê zirar dabû bedena mirovan. Lê tevî vê jî nêzîkatiyek li gorî ku çend rojan di grevê de mane nêz dibûn. Digotin yên rojiya mirinê cidî ne, yên din ne cidî ne. Wek rewşeke normal nêz dibûn.”
 
‘Êşa wê gelek zêde bû’
 
Meltemê balkişand ser rewşa Asli Dogan û Ardil Çeşme ku li girtîgeha Gebzeyê ketibûn rojiya mirinê û got: “Rewşa wan giran bû. Piştî grevê ketibûn rojiya mirinê. Ji xwe zirar dîtibûn. Bi rojiya mirinê re gelek kîlo dan. Du rojan birin nexweşxaneyê û anîn. Tahlîlên wan hatin kirin. Lê niha bi demê re nerehetî dertên holê. Êşa wan ya lemlateyan gelek zêdeye. Êşa hestiyan û stû gelek zêdeye. Êşa mîdeyê mayînde bûye.”
 
‘Gelek rojnameger hatin girtin’
 
Meltemê di berdewamiya axaftina xwe de der barê rojnamegerên girtî de jî wiha got: “Gelek rojnamegerên vê herêmê ji ber nûçeyan hatin girtin. Ji ber rastî nivîsîne hatine girtin. Wek min gelek heval bi vî awayî hatin girtin. Hinekan ceza girtin. Hevalên me yên bi endamtiya rêxistinê tên darizandin hene. Piştî me jî gelek rojnameger hatin girtin. Li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran nîşan dide ku azadiya fikr û ramanê tune ye. Lê bi rastî min fêm kir ku ji nivîsandina rastiyê xweştir tu tişt tune ye. girtîgeh ji bo mirovan gelek zehmet e. Min bawer kir ku min tiştekî rast kiriye. Ez serbilind im. Min rastî nivîsîn. Divê piştevanî bê mezinkirin.”