‘Daneyên aboriya şer ji gel tên veşartin’

  • 09:20 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aborîst Emîne Sozudogru Budak diyar kir ku AKP bi înşatê hewl dide aboriyê li ser piyan bigre lê ev sektor jî hatiye asta tunebûnê û artêşa betalan û krîza aboriyê bi şer tê veşartin. Emîneyê got: “Daneyên şer nehatin aşkerakirin. Behsa nêzî 200 mîlyon dolar tê kirin û Tirkiye, Artêşa Netewî ya Sûriyeyê fînanse dike. Her şer lêçûnek cidî ye. Gelo wê çawa dide.” 
 
Aborîst Emîne Sozudogru Budak, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê ku krîzek aborî dijîn, piştî ku şer dest pê kir, hewl tê dayîn rojeva wan bê guhertin û beriya tevgera li hember Sûriyeyê, tevî tabloya Wezareta Aboriyê xêz kir jî, tê dîtîn ku aborî gelek xerab e. Emîneyê balkişand ser rewşa krediyan û sektora înşatê û got AKP hewl dide xwe li ser sektora înşatê heyî bike û AKP tu razemeniyê nake.
 
‘Nîvê welat di bin sînorê xizaniyê de ye’
 
Emîneyê destnîşan kir ku sektora înşatê hatiye asta têk çûnê û sînorê xizaniyê jî 6 hezar û 750 TL, sînorê birçîbûnê jî derket 3 hezar TL’yî. Emîneyê berdewam kir û got: “Nîvê welat di bin sînorê xizanî û birçîbûnê de ye. Betalî pir pir zêde bûye. Li her derê cîhanê krîzên aborî û artêşa betalan li serê rêveberan pisgirêkên cidî ava dikin. Bi taybet ciwanên betal pir zêde ne. Hejmara ciwanên zanîngeh qedandine û betalin gelek zêde ye.”
 
Emîneyê balkişand ser rewşa aboriya Tirkiyeyê û got Tirkiyeya di krîzeke mezin de, çûyîna şer ji bo xwe wek xilasiyê dibîne û ji ber nezelaliyên di siyasetê de em nikarin analîzên zelal bikin û got: “Muteahîdan înşat hiştine û veguhsetinên bajarî yên ku nehatin berdewamkirin, bi qanûna hatiye derxistin, tê xurtkirin. Sektora înşatê li Tirkiyeyê hatiye asta dawî.Tirkiye vê rewşê dîsa li Sûriye û ewlehiya sînor bar dike. Şer wê ne ji bo aboriya Tirkiyeyê, wê ji bo şîrketên taşeron rantê pêk bîne.”
 
‘Lêçûnên şer nehatin aşkerakirin’
 
Emîneyê bi lêv kir ku li gorî daneyên komeleyên penaberan li Tirkiyeyê mîlyonek penaberên Sûriyeyê û hejmarek mezin a penaberên Afgan û Tirkên Uygur li Tirkiyeyê hene û hejmar her diçe zêde dibe. Emîneyê ev tişt vegot: “Tirkiye sînorê xwe vedike û piştre tiştekî nake. Mirov terkî jiyanên bi xof tên kirin.  Ji bo îstatîstîka şer û rewşa pere Wezareta Parastina Netewî (MSB) daxuyaniyek neda. Daneyên Bankaya Navendî jî qels in. Di şerê ku hîna pêşketina wê ne diyar e de 7 sale çareseriyek pêk nehatiye. Mutabakata li Soçî hat kirin jî tiştek nehat daxuyandin. Der barê aboriyê de jî daxuyaniyek fermî nehat kirin. Cihê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê girîng e. Dema tevgera bi wan re qebûl bike, em nizanin ku daxwazeke aboriyê ya çawa tê kirin. Daneyên şer nehatin aşkerakirin. Behsa nêzî 200 mîlyon dolar tê kirin. Tirkiye, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê fînanse dike. Her şer lêçûnek cidî ye. Gelo wê çawa dide.”