Rêwîtiyeke bi êş û bendewariyek bi hêvî

  • 09:01 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Di êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek zarok bê bav û dê man. Ayat Ebdil Fetah jî ev sê, çar roj in bavê xwe nedîtiye. Ji ber bavê wê di gund de hatiye dorpêçkirin. Ayatê got:"Kanî tu bavo? Dereng nemîne zû were, ez li benda te me."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9'ê Cotmehê heta vê kêliyê êrîşên xwe li dijî gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nekiriye. Weke hemû êrîşên mêtîngeriya ser gelan di van êrîşan de jî herî zêde zarok mexdûr bûn. Ji jiyanê û xwendina xwe bûn. Kêliyên heta dawiya jiyana wan mayînde di hişê wan de hatin qeyîdkirin. Di encama vî şerî de gelek zarok bê bav û dê man. Dayik û bavê wan an şehîd bûn, an ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, an birîndar in tên dermankirin, an jî di dorpêçê de man e. 
 
‘Nikarim li esmanan binêrim balafir tên ber çavê min’
 
Zaroka bi navê Ayat Ebdil Fetah El-Hisên 9 salî ji Serêkaniyê ye, piştî 8 rojan êrîşên Serêkaniyê her çu dijwar bûn, ew û malbata xwe dest bi rêwîtiyeke dirêj kirin. Ayatê bi çavekî tijî hêvî û xemgînî rêwîtiya malbata xwe wiha vedibêje:"Dayika min her sibeh ez amade dikirim û min dişand dibistanê. Min bi hevalên xwe re dilîst û perwerdeya xwe didît. Kêliyên zaroktiyê çiqasî xweş bûn, lê Erdogan nehişt em aram bijîn. Min kêliyên êrîşê bi çavên xwe dîtin. Zarokên ku şehîd û birîndar dibûn, ew dîmenê wan her di ber çavên min re derbas dibe. Dema ku ez li asîmanan dinêrim, kêliya ku balafir li Serêkaniyê da tê ber çavên min."
 
'Bavê min ket nava dorpêçê'
 
Ayat a ku kêlî bi kêlî wan 8 rojên di bin êrîşên balafirên dewleta tirk de wiha anî ziman:"Piştî ku 8 rojan êrîşan domand, ji ber gule û topbaranan dewleta tirk em neçar bûn birevin. Ji Serêkaniyê em hatin Um El-Asafîr ji wir em çûn Erîşa û paşê em hatin Soda û Menacîr. Herî dawî em hatin Til Temirê û li dibistanekê bi cih bûn. Di rêwîtiya me de her ez û dayik û bavê xwe li gel 5 xwişk û birayê min, em gel hev bûn. Ev sê, çar roj in min bavê xwe nedîtiye. Piştî ku bavê min em zarok û dayika min em gihandin Til Temir, vegeriya gundê Um El-Asafîr da ku dapîra min bîne û were gel me, lê ji ber ku çeteyên DAÎŞ û Cebhet El-Nusra xwe gihandin gund, niha ew di dorpêçê de mane."
 
'Gelo bavê min tî ye birçî ye, sar e germ e?'
 
Ayatê diyar kir ku her roj carekê bavê wê bi dizî li gel wan diaxive û wiha dom kir:"Ev sê, çar roj in min bavê xwe nedîtiye û ne jî dengê wî bihîstiye. Ma ev çi jiyaneke mîna dojehê ye gelo? Carekê bavê min bi dayika min re axivî, lê niha rewşa wî çawa ye, li ku ye û çidike, gelo tî ye birçî ye nizanim. Min gelekî bêriya bavê xwe kiriye. Niha ez çi bikim xweda? Ma ev hal e, çima qedera me ev e, çi gunehê me heye ku em bavê xwe nebînin? Gelo heye ez rojekê te bibînim bavo. Ez bavê xwe dixwazim, min pir bêriya wî kiriye. Bavo ez li benda te me û bendewara dîtina wan çavê te me qurban."