
Çeteleya Rojê: Jinek hat qetilkirin, jinekê jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
- 18:40 29 Cotmeh 2019
- Rojane
KAYSERÎ / AMED - Li Kayseriyê Aslan A. Çîgdem Tokgoz qetil kir, li Amedê jî jina ku ji aliyê Can Yilmaz ê pêre hat zewicandin ve hat şewitandin û 12 roj bû li nexweşxaneyê dihat dermankriin Gullu Yilmaz, jiyana xwe ji dest da.
Aslan A. yê li Talasa Kayseriyê, jina bi navê Çîgdem Tokgoz ku hevala wî bû serjê kir. Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Çîgdemê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Çîgdemê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê û Aslan A. yê ku piştî ew qetil kir reviya jî hat binçavkirin.
Jina ku hat şewitandin jiyana xwe ji dest da
Li taxa Azîziye ya ku girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê ye mêrê bi navê Can Yilmaz bi birayê xwe re di 18'ê Cotmehê de jina bi navê Gullu Yilmaz (30) ku pê re hatibû zewicandin û keça xwe Zeynep Yilmaz de benzîn dakir û şewitandibûn. Li ser dengê ku ji malê hat û şewatê cîranan agahî dabû polîsan û tîmên tendirustiyê. Tîmên agirkujê ku hatin cihê bûyerê agir vemirandin û Gullu û Keça wê Zeynep rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.
Gullu a ku ev 12 roj bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da.
Can Yilmaz ê ku hat binçavkirin jî karê wî li emniyetê berdewam dike.