
Rêveberiya girtîgehê destûr neda Miraz biçe cem dayika xwe
- 17:23 29 Cotmeh 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Gulîstan Dîken Akbaba li GIrtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne û lawê xwe Mîraz ku li cem dimîne ji bo betlana dawiya heftê şandibû cem bavê wî. Lê piştî ku bavê Mîraz ew anî girtîgehê rêveberiyê bi hinceta betlana fermî ye Miraz negirt cem dayika wî. Mîraz ê ku nehiştin biçe cem dayika xwe li ber girtîgehê giriya û wekî ba û baranê hêstir barandin.
Zarokê bi navê Miraz bi dayika xwe Gulistan Dîken Akbaba re li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin. Hefteya borî bavê Miraz Cengîz Zaza Akbaba xwestibû lawê xwe ji girtîgehê bigire û bigerîne. Cengîz piştî ku betlana dawiya hefteyê bi lawê xwe Miraz re derbas kir, ji bo wî bibe cem dayika wî çû girtîgehê .
Gulîstan û Cengîz piştî ku bi hev re hevdîtina girtî kirin, dayika miraz xwest lawê xwe bigire cem xwe. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta betlana fermî ye destûr neda ku Miraz biçe cem dayika xwe û wiha got: "Ger ku ji destê me bê em ê van hevdîtinan jî qedexe bikin."
Mîrza ê ku nehiştin biçe cem dayika xwe dîmenê wî yên ku digirî bi kamerayan hat kişandin.