'Divê dewleta tirk di qada navneteweyî de bê darizandin'

  • 14:04 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Encumena Dadweriya Jinê ya Herêma Firatê li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê hemû zagon û hevpeymanên navnetewî binpê kirin, loma divê li dadgeha cînayetan ya navnetewî Lahay were dadgehkirin."
 
Li dijî êrîş, kiryar, qetilkirin, komkujî, koçberî, topbaran, îdamên meydanî, lîstina bi cenazeyên şervanên jin, nêzkatiyên xirab yên li hember şervanên jin yên dîlgirtî, binpêkirinên zagon û hevpeymanên navnetewî, Encumena Dadweriya jin ya herêma Firatê daxuyanî da raya giştî û çapemeniyê.
 
Jinan posterên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşeroj Hevrîn Xelef ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat qetilkirin, şervana dîlgirtî Çîçek Kobanê, zarokên ku bi Fosfora Spî  û balafiran hatine topbarankirin û jinên ku di encama şer de birîndar bûne hilgirtibûn. Daxuyanî ji aliyê berdeveka Encumena dadweriyê Rodîn Ibarahîm ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rohilatê Sûriyê bû sedem ku rewşeke qeyran li herêmê rû bide. Herêmên me rastî hemû cûreyên binpêkirinên mafên mirovan û zagonên navnetewî ji aliyê alava şer dewleta tirk û çeteyên girêdawî wê hat. Yên ku herî zêde ji vî şerî bandor bûn sivîl bûn, bi taybet jî jin û zarok bûn. Hêjayî gotinê ku zagonên navnetewî mafên parastina zarok û jinan daye.
 
'Dewleta Tirk hemû hevpeyman û zagonên navdewletî binpê kir' 
 
Madeya 27 û 14 ya hevpeymana Ceneva ji bo parastina zarok û jinan ji şer hişyarî daye, lê em dibînin di rastiyê de ev made ji aliyê dewleta tirk ya dagirger û çeteyên wê ve tên binpêkirin ku gelek cinayet û kiryarên hov yên di derheqê sivîlan de ji komkujî, qetilkirin, bombebarankirina malan, şewitandin, talankirin û îdamên meydanî ku mînaka wê jî qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê a Pêşeroj Hevrîn Xelef, lîstina bi cinazeyên şervana YPJ`ê Amara Rênas û pê re wêne û dîmen girtin pêk anîn.Her wisa gelek jin di encama topbarana malên wan de koçberbûn û bê mala mane, a niha jî di rewşên zor de û di dibistanan de dijîn, bi taybet jî jinên temen mezin, yên ducanî û  yên şîrder rewşa wan gelek zehmet e. Di heman demê de bi dehan zarok sêwî man û dewleta tirk di şerê xwe de li dijî sivîlan çekên qedexekirî fosfora spî bi kar anîn ku Mihmed Hemîd û ji bilî wî jî bi dehan kes bûn qûrbanî. 
 
'Divê berpirsiyarên êrîşan li dadgehên navneteweyî werin dadgehkirin'
 
Raya giştî û ya cîhanî a parastina mafên mirovan, her wiha biryara 1325'an ya sala 2000'î û herçar hevpeymanên Geneva yên bingehîn ku parastina jinan dike, ji aliyê dewleta tirk ya dagirker ve hatin binpêkirin. Li ser vî bingehî em banga hemû rêxistinên jin, desteya Neteweyên Yekbûyî a jin û meclîsa ewlehiyê dikin ku ji bo parastin û vegera bi ewle ya hemû sivîlan, bi taybet jin û zarokan li malên xwe bixebitin. "