Li Kandirayê ceza li parlamenterên jin hat birîn

  • 12:34 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê, bi hinceta “Ne li gorî exlaqê cil li xwe kirin” cezayê disîplînê li parlementerên berê yên HDP’ê Çaglar Demîrel, Selma Irmak û girtiya jin Hacîre Tanirgan birîn. 
 
Miduriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Ewlekariya Bilind, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira, bi hinceta “Ne li gorî exlaqê cil li xwe kirin” û “Zirar dayîna malê saziyê” cezayê disîplînê li parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel, Selma Irmak û girtiya jin Hacîre Tanirgan birîn. Hat zanîn ku cezayê dîsîplînê yê 3 roja, di 29’ê Tîrmehê de hatiye birin. 
 
Gardiyenên jin ên ji ber kincên Demîrel, Irmak û Tanirgan ên dema derdikevin baxçeyê qawîşa lê xwe dikin nerehet bûn, ji girtiyan re gotin, “gardiyenên zilam li kamerayên di qawîş û baxçeyê de mêze dikin, ji ber vê dema hûn derketin baxçeyê baldarî kincên xwe bin.” Demîrel, Irmak û Tanirgan ên hin bûn ku gardiyanên zilam kamerayan dişopînin, kamerayên di baxçê de girtin. Rêveberiya girtîgehê ev weke hincet nîşan da û debarê her sê girtiyan de dest bi lêpirsînê kir. 
  
Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Kocaeliyê jî, bi hincetên “Ne li gorî exlaqê cil li xwe kirin” û “Zirar dayîna malê saziyê” 3 roj cezayê dîsîplînê li sê jinên girtî birî.  
 
Selma, Çagla û Hacîre derbarê vî cezayê disîplînê de serî li Dadgeha Înfazê ya Kocaelî dan û îtîraz kirin. Ji ber ku îtîraza 3 girtiyan hat qebûl kirin, wê sibe danişîna girtiyan li Dadgeha Înfazê ya Kacaelî bên dîtin.