
‘Sedema kuştin û îstîsmara zêde zimanê şîdetê yê desthilatdariyê ye’
- 09:11 26 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Psîkolog Berîtan Guneş diyar kir ku kuştinên jinan, tacîz, êrîşên zayendî û îstîsmara ku her diçe zêde dibe, sedema wê zimanê şîdetê yê ku desthilatdarî bi kar tîne û cezayên li gumanbaran tên birîn e û wiha got: “Divê desthilatdarî dest ji şer û zimanê newekheviyê berde û daraz jî li dijî van sûcan helwestek zelal nîşan bide.”
Li Tirkiyeyê di kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de li gorî salên borî zêdebûnek heye. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) herî dawî di meha îlonê de dane parve kir û li gorî vê di mehekê de 53 jin hatin qetilkirin. Li aliyê din jî Midûriyeta Giştî ya Îstatîstîk û Sîcîla Edlî ya Wezareta Dadê di rapora xwe ya bi navê ‘Li Dadgehên Cezayê li gorî TCK’ê, hejmara Sûc û Gumanbarên dozê hatine vekirin’ de çû guherînê. Wezareta ku her sal di bin hemû daneyan de kesên di bin komên sûcên cuda de hatine darizandin vedigot, îsal pêk neanî. Bi vê pêkanînê re xwegîhana sûcên îstîsmara zayendî pêk nehat.
Psîkolog Berîtan Guneş kuştina jinan û îstîsmara zarokan a li Tirkiyeyê tê nirxand û da zanîn ku di zêdebûna kuştin û îstîsmarê de zimanê şîdetê yê desthilatdariyê heye.
‘Her şîdet û îstîsmara li welat tê jiyîn civakî ye’
Berîtanê da zanîn ku zêdebûna îstîsmarkirina zarokan û kuştina jinan girêdayê zimanê şîdetê yê li welat e û wiha got: “Bûyerên tên jiyîn û şer, li ser civakê şîdetê zêde dikin. Divê ev bi tena serê xwe neyên nirxandin, bi giştî bên nirxandin. Ev zimanê şîdetê herî zêde ji aliyê desthilatdariyê ve tê bikaranîn û afirandin. Yanî sedema herî mezin a zêdebûna van bûyeran desthilatdarî ye. Tu şîdet û îstîsmar bi tena serê xwe kesekî eleqerder nake. Ev civakî ye.”
‘Divê desthilatdarî û daraz xwe reforme bike’
Berîtanê destnîşan kir ku ji bo şîdet û îstîsmar tune bibe divê zimanê şîdetê neyê bikaranîn û civak di vî alî de xwe reforme bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya her tiştî divê daraz li dijî van sûcan xwe baş îfade bike. Cezayên ku daraz li kujerên jinan, gumanbarên îstîsmarê dibigirin pir komîk in. Gelo ji bo çi ceza li mirovan tê birîn. Ji bo pêşî li vî sûcî bê girtin, tê dayîn. Lê mixabin ev ceza ne cezayên ku pêşî li sûc bigire ne. Bi taybet divê pergala edeletê di sûcên bi vî rengî de, bibe xwedî helwestek cidî.”
‘Divê jin têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin’
Berîtanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku nêrîna zayenda civakî ji malbatê dest pê dike di civak û dibistanê de tê kûrkirin û desthilatdarî jî li vî welatî dixwaze şeklê dawî bidê. Berîtanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meyla ciwanan gelek li ser şîdetê ye. Xuyaye zimanê şîdetê yê hatiye afirandin bûye sedema vê. Ger ev ziman baş û erênî bê reformekirin, bêguman wê li ser civak û psîkolojiya mirovan başbûnekê pêk bîne. Ev rewş ji zarokatiyê dest pê dike û bi pêvajoya dibistanê kûr dibe. Ji ber vê jî ev ziman û rewş beriya desthilatdarî û civakê, ji malbatê derbas dibe. Mudaxalekirina vê jî bêguman dikeve ser milê malbatan. Heta ku zimanê şîdetê bidome wê ev daneyên wisa jî zêde bibin. Em jin divê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin û hedefê danîn pêş xwe.”