Bi hezaran şêniyên Minbicê li dijî êrîşan daketin qadan

  • 18:41 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên dewleta tirk û israra mafê parastina rewa ya li dijî êrîşan, bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê daketin qadan.
 
Îro bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, li pêşiya çerxerêya Sefîniyê ya ku dikeve ser rêya Helebê ya bajêr dest bi meşekê kirin. Xwepêşandêran wêneyên têkoşerên Berxwedana Rûmetê û wêneyê  Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef hilgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Bi pêşengtiya jina Sûriyeyê re dê Berxwedana Rûmetê bi ser bikeve, ciwanên Minbicê, em ê heta rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkerê Osmanî li ber xwe bidin, pêkhateyên Minbicê dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin" hilgirtin. 
 
Xwepêşandêran alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên wê, Ciwanên Şoreşger hilgirtin û sloganên"Girê Spî heta mirinê bi te re ye, Serêkaniyê em ê heta mirinê bi te re bin, bi can bi xwîn em bi te re ne ey Minbicê, em can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" berz kirin.
 
Meş li qada giştî ya bajêr veguherî mîtîngê. Pişt deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî. Mihemed got:"Bi pêngava qaşo navê wê "Kaniya Aşîtiyê ye" kir ku zarok, şênî û sivîlên bêguneh bi çekên di nava cîhanê de qedexe ne li Girê Spî û Serêkaniyê qetil dike û wiha pê de çû "Wan  pêngava"Neba El-Selam" ragihandine, em jî navê Berxwedana Rûmetê lê dikin. Lehengên me di çeperên şer de dîrok û efsaneyan dinivîsînin."
 
Paşê ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Faroq Maşî axivî û banga yekîtiya gelên Sûriyeyê kir, her wiha bal kişand ser rola berxwedanê û têkoşerên berxwedanê yên li hemû xaka Sûriyeyê.
 
Her wiha ser navê Partiya Sûriyê Pêşerojê serokê saxê Minbicê Azab Abûd axivî û got, em îro li dijî êrîşên dewleta tirk û komkujiyên der heqê mirovahiyê de disekinin, artêşa tirk û komên girêdayî wê rojnemevan û nûçegihanan dike armanc, ji ber rastiyê ji raya giştî re radigihînin.
 
Li ser navê Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên wê Rêvebera Meclisê Nadiya Milhim axivî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîdar bûn, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn.”
 
Nadiya di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya berxwedêran da.
 
Di dawiya mîtîngê de li ser navê Meclisa Ciwanan Hevseroka Meclisê Esama Remo axivî û bal kişand qehremaniya QSD'ê ya li bajarê Serêkaniyê û got:"Dê dawiya faşîzma tirk li Serêkaniyê bê û serkeftin ya berxwedan û mirovahiyê ye.