Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Saruhan hat girtin

  • 19:24 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Duh di serdegirtinan malan de Endama Meclîsa Şaredariyê ya Silopiyê Fehîme Sarûhan ku hatibû binçavkirin îro hat girtin û du kes jî serbest hatin berdan.
 
Polisan, duh  di saetên serê sibehê de li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê bi ser malan de girtibû. Polîsan di serdegirtinan de Endama Meclîsa Şaredariya ya Silopiyê Fehîme Sarûhan kiribû bin çavan û  îro îfadeya Fehîme hat girtin. Piştî îfadeya Fehîme hat girtin bi îddîaya derbarê têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belavok belav kiriye bi hinceta “Endama Rêxistinê” hat girtin.
 
 Fehîme, piştre şandin Girtîgeha Girtî Tîpa T’ya  Şirnexê.
 
Her wiha duh di serdegirtinan de Haci û Îbrahîm ên birayê hev ku emrê wan derdora 70 ye hatibûn binçavkirin, îro piştî îfadeya wan li Emniyeta Polîsan a Cizîrê hat girtin serbest hatin berdan.